14:45 17 Kanûn 2017
Zindî
    Mevlut Çavuşoglu

    Çavuşoglu: ‘Komên muxalîf agirbestê binpê nakin'

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Karên Derveyê ya Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu civîna çapameniyê li Navenda Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê li dar xist û ragihand ku agirbesta li Sûriyeyê ji nêz ve dişopînin û tê dîtin ku komên muxalîf agirbestê binpê nakin.

    Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu li New Yorkê axivî û diyar kir ku hevdîtinên li Cenevreyê û Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî dê bingeha hevdîtinên Astanayê pêk bîne.

    "Hevdîtinên Astanayê dê bibe vesîleya destpêka pêvajoya Cenevreyê. Em û muxalefet samîmî ne. Rastin û hayjixwe ne? Çavuşoglu balê kişand ser girîngiya ragihandina alîkariya mirovî bo dewamiya agirbestê. "

    Serenavên daxuyaniya Çavuşoglu wiha ne:

    • Bila hemû alî ji mutabaqatê re sadiq bin, bila her kes li ser sozê xwe bisekine ku di krîza Sûriyeyê de em rê hildin.
    • Eger agirbest bê binpê kirin hevdîtinên aştiyên Sûriyeyê têk diçe.
    • Him dê tu agirbestê erê bikî hin jî li Îdlîb û derdorê wê dorpêç bikî, vê çare jî wateya peymanê namîne.

    Bi heman mijarî:

    Îran: Îdiayên dibêjin Sûriye wê bibe 3 perçe, derew in
    Lavrov û Çavuşoglu li ser Sûriye û Astanayê axivîn
    Sûriye: Agirbest dê şeva pêncşemê dest pê bike
    Sûriye diyaloga bi Tirkiyeyê re bi şert dipejirîne
    Çavûşoglu:Dê hevdîtina me ya sêqolî ji bo pêşeroja Sûriye baş be
    Sûriye: "Milîtanan li Helebê êrişî korîdora sivîlan kir"
    Etîketan:
    agirbest, hevdîtin, Mevlut Çavuşoglu, New York, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de