22:17 17 Kanûn 2017
Zindî
    François Hollande

    Îdîaya ku ‘Hollande, înfaza milîtanên DAIŞê erê kir'

    © REUTERS/ Yoan Valat/Pool
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Li gorî pirtukeke ku li Fransayê hat weşandin Serokomarê Fransayê François Hollande ji sala 2013an ve li derveyê welat înfaza zêdetirî 40 milîtanên DAIŞê erê kiriye.

    Bernard Cazeneuve
    © AFP 2017/ Stephane de Sakutin
    Li gorî pirtukeke ku li Fransayê hat weşandin Serokomarê Fransayê François Hollande ji sala 2013an ve li derveyê welat înfaza zêdetirî 40 milîtanên DAIŞê erê kiriye.

    Pirtuka bi navê ‘Xeletiyên Mirinî' ku ji terefê lêkolîner û rojnamevan Vincent Nouzille ve hatiye nivîsandin îdîa kir ku 40 milîtanên girêdayî rêxistina terorîst a DAIŞê ku ji bo Fransayê metirsî çêdikir bi navê tekoşîna terorîzmê Hollande kuştina wan erê kir.

    Li gorî pirtukê ev înfaza ku li dijî hiqûqa şerî ye ji terefê hêza taybet û saziya îstîxbarat a derve ve hat pêkanîn.

    ÎDÎA HÊ NEHATIYE DEREWANDIN

    Heta niha Qesra Serokomariyê îdîayên ku di pirtukê de têne gotin ne derewandine.

    Herwiha sala borî jî di pirtukeke ku ji terefê Gerard Davet û Fabrice Lhomme ve hatibû nivîsandin de hat îdîakirin ku serokomar 4 milîtanên DAIŞê ku ji dîlgirtina frensiyan berpirsyarbûn hatibûn kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Hollande: Fransa piştevanê gelê Kurd e
    Fransa: Em dixwazin ji bo dawîanîna şerê Sûriyê bi Rûsyayê re hevkariyê bikin
    Fransa: "Hê em negihîştine asta mueyîdeyên ser Rûsyayê"
    Fransa: Ji serokwezîrtiyê îstifa kir, bû namzedê serokomariyê
    Fransa: Me pêşî li ber êrîşeke terorî girt
    Etîketan:
    înfaza milîtanên DAIŞê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Serokomarê Fransayê, François Hollande, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de