12:50 25 Îlon 2017
Zindî
    Siyasetmedara frensî û seroka Eniya Neteweyî Marine Le Pen

    Le Pen bersiva Ûkraynayê da: "Ji xwe ez ne dihatim"

    © Sputnik/ Ramil Sitdikov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Berpirsên ûkraynî, ji ber daxuyaniya mijara Kirimê Seroka Eniya Netew a rastgir a Fransayê Marine Le Pen bi nexistina welat tehdîd kiribû.

    Berpirsên ûkraynî, ji ber daxuyaniya mijara Kirimê Seroka Eniya Netew a rastgir a Fransayê Marine Le Pen bi nexistina welat tehdîd kiribû. Berdevkê Seroka Eniya Netew a Fransayê bersiv da Ûkraynayê û got: "Ji xwe tu niyeteke Le Pen ku biçûna Ûkraynayê tunebû."

    Berdevkê Le Pen di hevpeyvîna xwe ya ajansa Reutersê de got: "Ji xwe tu niyeteke Le Pen ku biçûna Ûkraynayê tunebû. Mijar, dema ku Le Pen bû Serokomarê Fransayê wê bi rêyên dîplomatîk çareser bibe."

    Le Pen di hevpeyvîna xwe ya televîzyona frensî BFM TVyê de gotibû "Di sala 2014an de li Kirimê referandumek hat kirin û gelê Kirimê biryar da ku tevlî Rûsyayê bibe. Kirim bûye perçeyekî Rûsyayê ku jê veneqete."

    Piştî van axaftinên Le Penê, Serokê Saziya Ewlehî ya Ûkraynayê (SBU) Oleksandr Tkaçuk ragihandibû ku dibe ketina Le Pen a nava Ûkraynayê were astengkirin an jî mueyîdeyên din werin sepandin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Ûkrayna di mijara planên terorê yên li Kirimê de kete qonaxa çalakiyê
    YEyê astengiyên vîzeyê yên Ûkrayna û Gurcistanê rakirin
    Ûkrayna, derheqê heyeta tirk a li Kirimê doz vekir
    Ûkrayna ji bo ferîbota Rûsî biryara girtinê da
    Merkelê ji bo Ûkrayna û Sûriyeyê telefonî Pûtîn kir
    Etîketan:
    Serokê Saziya Ewlehî ya Ûkraynayê (SBU), Seroka Eniya Netew a Fransayê, Oleksandr Tkaçuk, Marine Le Pen, Ûkrayna, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de