20:40 24 Îlon 2017
Zindî
    Staffan de Mistura

    Çurkîn: "De Mistura ji bo Astanayê hat vexwendin"

    © REUTERS/ Ruben Sprich
    Cîhan
    Lînkê kurt
    Civînên Astanayê ji bo çareseriya Sûriyeyê (83)
    0 44 0 0

    Nûnerê Rûsyayê yê Daîmî li Neteweyên Yekbûyî Vîtaliy Çurkîn ragihand ku wan Staffan De Mistura ji bo mijara aştî ya Sûriyeyê vexwendine civîna Astanayê.

    Nûnerê Rûsyayê yê Daîmî li Neteweyên Yekbûyî Vîtaliy Çurkîn di bersivdayîna rojnamevanan de got: "Helbet me Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Staffan De Mistura jî vexwende civîna Astanayê. Lê ez nizanin ew ê bixwe were an jî wê ji ekîba xwe yekî bişîne ne diyar e."

    Dîplomatê rûsî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em hêvî dikin muxalifên sûriyeyî hem tevlî civîna Astana û hem jî ya Cenevreyê bibin. Lewra tevlîbûna herdu civînan jî bi fêde ye."

    Ji aliyê din ve cîgirê Staffan De Misura Michael Contet di axaftina xwe ya ajansa RIA Novostiyê de got: "Li gorî zanyariyên me amadehiyên civîna Astanayê têne kirin. Em li bendê ne ku me jî vexwînin û em plan dikin ku li wir bin."

    Mijar:
    Civînên Astanayê ji bo çareseriya Sûriyeyê (83)

    Bi heman mijarî:

    ‘Serkeftina hevdîtinên li Astanayê girêdayê helwesta Amerîka û koalîsyonê ye'
    De Mistura ji bo hevdîtinên Astanayê li bende vexwendnameyê ye
    Di hevdîtinên Astanayê de, nexşerêya Sûriyeyê dê were diyarkirin
    Çavuşoglu: Hevdîtinên Astanayê dê di 23ê Rêbendanê de dest pê bikin
    Muxalifên sûriyeyî hevdîtinên Astanayê boykot dikin
    Etîketan:
    Nûnerê Rûsyayê yê Daîmî li Neteweyên Yekbûyî, Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê, Staffan De Mistura, Vîtaliy Çurkîn, Astana, Kazakistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de