11:43 24 Îlon 2017
Zindî
    Barack Obama

    Obama gotara xatirxwestinê ji artêşa Amerîkî re pêşkeş kir

    © REUTERS/ Carlos Barria
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 46 0 0

    Serokê Amerîkayê Barack Obama ku 20ê Rêbendanê erka xwe radestî Serokê 45emîn ê Amerîkayê Donald Trump dike, ji artêşa Amerîkayê re gotara xatirxwestinê pêşkeş kir.

    Serokê Amerîkayê Obama digel Cîgirê Serok Joe Biden, Wezîrê Berevaniyê Ashton Carter û Sererkanê Amerîkayê Orgeneral Joseph Dunford serdana bingeha leşkerî ya Fort Myer ku li eyaleta Virginiyayê kir.

    Obama di gotara ku li wê derê pêşkeş kir de diyar kir ku berpirsiya herî mezin a artêşa Amerîkayê wergirtina piştevanî û baweriya gel e.

    Obama herwiha got, ‘Ji bo canê leşkerên me yên ku ji bo parastina gelê me bêtirsin nekeve xeterê, ji bo ketina nav şeran nelezînin.'

    Wezîr Carter jî beriya axaftina Obama li ser navê artêşa Amerîkayê bi mebesta xizmeta wan xelat da.

     

    Bi heman mijarî:

    'Rûsya amade ye çekên pêşketî bide Filîpînan'
    Îran: Divê Tirkiye dev ji tawanbarkirina aliyan berde
    Hevserokên HDPya Stenbolê Dogan Erbaş û Aysel Guzel hatin girtin
    Ji Wezareta Pêşmerge bo Malikî: Yê sînorê Kurdistanê diyar dike ne Malikî ye
    Koalîsyonê hejmara leşkerên operasyona Mûsilê qasî 2 qatan zêde kir
    Etîketan:
    Gotara xatirxwestinê, Barack Obama, Artêşa Amerîkayê, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de