15:06 21 Mijdar 2017
Zindî
    Siyasetmedara frensî û seroka Eniya Neteweyî Marine Le Pen

    Piştî Le Penê got, Kirim a Rûsyayê ye, dibe têketina wê ya Ûkraynayê bê qedexekirin

    © Sputnik/ Ramil Sitdikov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 58 0 0

    Piştî Seroka Eniya Neteweyî ya rastgira tundrew Marine Le Pen got ku "Kirim beşekî Rûsyayê ye ku jê nayê qutkirin", hat ragihandin ku ihtimal heye, têketina wê ya Ûkraynayê bê qedexekirin.

    Le Pen bi televizyona BFMyê ya frensî re axivîû got: "Sala 2014an referandûmek hat lidarxistin ji bo Kirim bi Rûsyayê ve were girêdan û niştîcihên Kirimê xwest ku careke din bi Rûsyaê ve werin girêdan. Kirim beşekî Rûsyayê ye ku jê nayê qutkirin".

    Serokê Ewlekariya Ûkraynayê (SBU)Oleksandr Tkaçuk gotinên Le Penê ji ajansa UNIANê re nirxandin û got: "Eger me behsa rayedarekî fermî bikira, me dê bangî balyozî bikira yan jî nîşeyek bişanda. Em wek SBU, mafê me heye ku li dû biryarê têkevin tevegerê. Dibe em têketina vê kesa navborî bo welatê me qedexe bikin an jî ew astengiyên li ser biyaniyên din li ser wê jî bisepînin."

    Tkaçuk diyar kir ku divê Wezareta Derve ya Ûkraynayê bi mijarê re mijûl bibe.

    Bi heman mijarî:

    Mariani: Divê dewletên rojavayî êdî qebûl bikin ku Kirim beşeke Rûsyayê ye
    Bi hatina havînê Kirim bi kulîlkan xemilî
    Venedîkê, Kirim wekî perçeyekî Rûsyayê nas kir
    Rûsya: ‘Kirim ne mijara nîqaşê ye'
    Pûtîn biryar da ku gaz di rêya bejahî re bê şandin bo Kirimê
    Rûsya: Ûkrayna di mijara planên terorê yên li Kirimê de kete qonaxa çalakiyê
    Etîketan:
    Oleksandr Tkaçuk, Marine Le Pen, Fransa, Ûkrayna, Kirim, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de