01:24 19 Kanûn 2017
Zindî
    John Kirby

    Amerîka: Piştgiriya me ya ji bo Herêma Kurdistanê wê bidome

    © AP Photo/ Manuel Balce Ceneta
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 20

    Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê John Kirby diyar kir ku hevkarî û piştgiriya Amerîka ya ji bo Herêma Kurdistanê wê berdewam bike.

    Li gorî agahiyên Kurdistan24ê Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê John Kirby di civîna xwe ya çapemeniyê de anî ziman ku ew ê hevkarî û piştgiriya xwe ji bo Herêma Kurdistanê bidomînin.

    Kirby got, "Wek Dewleta Yekbûyî ya Amerîkayê, em ê hevdîtinên xwe yên ligel Hikumeta Herêma Kurdistanê bidomînin. Me heta niha hevkariyeke baş daye Herêma Kurdistanê û em ê vê hevkariya xwe û piştgiriya xwe ya ji bo penaberan berdewam bikin."

    Berdevkê Wezareta Amerîkayê li ser serdana Serokomarê Fransayê François Hollande ya ji bo Herêma Kurdistanê jî got, "Ji bo vê serdanê em destxweşiya Hollande dikin. Her wiha em destxweşiya Fransayê dikin, ku di şerê DAIŞê de hevkariya hevpeymana navdewletî kir û piştgiriya Hêzên Pêşemerge yên Kurdistanê kir."

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Em hebûna PKKê li Şingalê wek astenga sereke dibînin
    Serokomarê Fransayê Hollande serdana Herêma Kurdistanê dike
    Şanda Herêma Kurdistanê beşdarî konferansa YEyê ya koçberan dibe
    Nûnerê Herêma Kurdistanê: Ewropa dê 28 milyon euro bişîne
    Etîketan:
    berdewamkirin, piştgirî, Hêzên Pêşmerge, DAIŞ, Kurdistan24, Serokomarê Fransayê, Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê, François Hollande, John Kirby, Fransa, Kurdistan, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de