05:48 21 Mijdar 2017
Zindî
    Donald Trump

    Trump bertek nîşanî paşxistina civîna mijara sîberî ya Rûsyayê da

    © Flickr/ Gage Skidmore
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 3210

    Serokê Amerîka yê 45emîn Donald Trump derheqê paşxistina birîfînga îstîxbaratî ya derbarê îdîayên êrişên sîberî yên Rûsyayê bertek nîşan da.

    Serokê Amerîka yê 45emîn Donald Trump derheqê îdîayên ku ‘Rûsyayê mudaxeleya hilbijartina 8ê Mijdarê ya Amerîkayê kiriye' ev demeke dirêj e di raya giştî de tê nîqaşkirin. Trump, qebûl kir ku derbarê mijarê de ji îstîxbaratê birîfîngê wergire, lê dîsa jî nîqaş bi dawî nebûn, lewra vê carê jî rêvebiran dîroka birîfînga Trump bipaş xistin.

    Donald Trump biryara paşxistinê li ser hisabê xwe yê medya civakî ya Twitterê rexne kir û di peyama xwe de got: "Qaşo derheqê ‘êrişa sîberî ya rûsî' de wê birîfînga îstîxbaratî bihata dayîn, lê ji bo roja înê hatiye paşxistin, muhtemelen ji bo çêkirina dosyayeke pêwistiya wan bi demeke zêde heye. Pir balkêş e."

    Bi heman mijarî:

    Trump bersiva Koreya Bakur a moşekên balîstîk da
    Trump: "Di mijara îdîayên êrişên sîberî de hinek tiştên ku gelek kes nizanin ez dizanim"
    Zaxarova: Partiya Demokratan bi toleyên ser Rûsyayê heyfa xwe ji Trump distîne
    Trump bersiv da biryara Pûtîn: Min dizanî ku gelekî zîrek e
    Berdevkê heyama Trump: Ti delîlên mudaxeleya hilbijartinan tune ne
    Etîketan:
    Îdîaya êrişên sîberî yên rûsî, Serokê Amerîka yê 45emîn, Donald Trump, Rûsya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de