08:19 22 Mijdar 2017
Zindî
    Filipinler Devlet Başkanı Rodrigo Duterte

    Serokê Fîlîpînê eşkere kir ku hin xizmên wî beşdarî DAIŞê bûne

    © REUTERS/ Czar Dancel
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 27 0 0

    Serokê Dewleta Fîlîpînê Rodrîgo Duterte, ragihand ku hin xizmên wî girêdayîna xwe ya bi DAIŞê re îlan kirine û got: ‘Dibe ji malbatê bin an nebin dê li hemberî wan bêrehm bin.'

    Duterte, ji rojnameya Rappler a herêmî re axivî û diyar kir ku agahî standiye ku hin xizmên wî li Grava Mîndanaoyê ku dikeve başûrê welêt beşdarî DAIŞê bûne. Divê mirov rast be. Li aliye din jî xizmên min hene. Ev bi (Cepheya Azadkirina Îslamê) Moroyê re ne û min bihîstiye ku hin kesên wan jî beşdarî DAIŞê bûne.

    Duterte destnîşan kir ku bo girtina terorîstan ferman daye û dê xizmên wî jî ji vê yekê jêbexş nebin. ‘Mixabin ez xemgînim, lê ez xizmeta komarê dikin, ne li gorî têkiliyan tevdigerim.'

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Tirkiyeyê: Balafirên Rûsyayê li El-Babê DAIŞ bombebaran kir
    Yildirim: Nûsra û DAIŞ di agirbestê de cî nagirin
    Muxalîfên Sûriyeyê: El Nusra û DAIŞ di agirbestê de tine nin
    Kosret Resûl: Erdogan şaş e, PKK û DAIŞ ne wekî hev in
    ‘Tê gotin DAIŞ lîsteya dîplomatên rûs amade kiriye'
    Etîketan:
    DAIŞ, beşdar, xizm, Rodrîgo Duterte, Fîlîpîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de