13:58 24 Mijdar 2017
Zindî
    Komünist parti bayrağı

    Li Endonezyayê welatiyekî Rûsî ji ber tîşortê bi sembola komunîzmê hat desteserkirin

    © Flickr/ z_fishies
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Li Endonezyayê welatiyekî Rûsî ji ber ku tîşortekî bi wêneyê çakûç û dasê, ku wek sembola komunîzm û Yekîtiya Sevyetê tê zanîn, li xwe kiribû hat desteserkirin.

    Li bajarê Batam ê Endonezyayê welatiyekî Rûsî yê bi navê Igor Riabçuk ji ber ku tîşortekî bi wêneyê çakûç û dasê li xwe kiribû rastî bertekên niştecihên wê dere hat. Paşê hat fêm kirin ku ev kes ji komeke bi navê Zarokên Fermandariya Leşkeriyê ne û xwest ji Riabçuk re bidin fêmkirin ku ew çakûç û das sembola komunîzmê ne û ev binpêkirina yaseyên welêt e. Lê ji ber pirsgirêka zimên her dua liyan ji hevdu fêm nekirin û welatiyê Rûsî birin qereqolê.

    Polîsan Riabçuk desteserkirin û dest danîn ser tîşortê wî. Polîsan paşê Riabçuk birin otêla ku ew lê dima.

    'ALIEYKÎ SIYASÎ YÊ BÛYERÊ TUNE YE'

    Yek ji polîsên Giravên Riauyê Saptono Erlangga di derbarê mijarê de îdia kir ku Riabçuk ji bo ewlehiya wî hatiye desteserkirin û got, "Ji bilî zimanê xwe yê dayikê tu zimanî nizane, ji ber vê yekê jî fêm nekiriye ku van kesan ji bo bertek nîşanê wî dane. Ew tenê tûrîstek e, di bûyerê aliyekî siyasî tune ye."

    Ji aliyê din ve hat diyar kirin ku tevlî Riabçuk ev bû kesê 3yemîn ku ji ber sembola komunîzmê tê girtin. Ev zêdetirî 50 salan e li Endonezyayê komunîzm qedexe ye û kesê ku propagandaya komunîzmê bike dikare 7 salan cezaya girtîgehê bigire.

     

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de