21:40 22 Mijdar 2017
Zindî
    Donald Trump

    Trump bersiva Koreya Bakur a moşekên balîstîk da

    © REUTERS/ Carlo Allegri
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 5610

    Serokê Amerîka yê nû Donald Trump li ser Twitterê bersiva Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un ku gotibû ‘em gelekî nêzî çêkirina moşeka balîstîk bûne' da û got: "Em nahêlin ku moşek bigihîjin Amerîkayê."

    Donald Trump di peyama xwe ya pêşî ya li ser hisabê xwe yê medya civakî yê Twitterê de got: "Koreya Bakur ragihand ku em gihîştine merhaleya dawî ya moşekên nûkleer û balîstîk ku bigihîjin hinek herêmên Amerîkayê.'

    Trump di peyama xwe ya duyemîn de gazin ji hevalbendê Koreya Bakur ji Çînê kir ku çima di vê mijarê de piştgiriya Amerîkayê nake.

    Serokê 45mîn ê Amerîkayê ku wê di 20ê Rebendanê de destbi wezîfê bike di berdewamiya peyama xwe de got: "Çîn di bazirganiya xwe ya yekalî ya bi Amerîkayê de pereyekî zêde qezenç dike û dewlemend dibe, lê di mijara Koreya Bakur de alîkariyê nake. Baş e!"

    Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un di peyama xwe ya roja yekşemê ya sersalê de gotibû: "Xebatên lêkolîn û pêşxistina çekên teknolojiya nû didomin. Amadehiyên pekandina Moşekên balîstîk ên navparzemînî (ICBM) di merhaleya dawîn de ne."

    Bi heman mijarî:

    Berdevkê heyama Trump: Ti delîlên mudaxeleya hilbijartinan tune ne
    Trump: "Di mijara îdîayên êrişên sîberî de hinek tiştên ku gelek kes nizanin ez dizanim"
    Zaxarova: Partiya Demokratan bi toleyên ser Rûsyayê heyfa xwe ji Trump distîne
    Trump bersiv da biryara Pûtîn: Min dizanî ku gelekî zîrek e
    Tîma Trump a demkî li ser hevdîtina bi Pûtîn re daxuyanî da
    Etîketan:
    Serokê Koreya Bakur, Serokê Amerîkayê yê 45emîn, Kim Jong-un, Donald Trump, Koreya Bakur, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de