04:58 24 Mijdar 2017
Zindî
    Alaya Amerîkayê - amerîka

    Amerîkayê di 2 mehên dawî de bi 40.8 milyar dolaran çek firot

    © AFP 2017/ GABRIELLE LURIE
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 27 0 0

    Hat eşkere kirin ku Wezareta Berevaniyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di nav 2 mehên dawî de, firoştina bi nirxê 40.8 milyar dolaran çekan pesend kiriye.

    Li gor zanyariyên ji Ajansa Parastin û Hevkariya Ewlekariyê ya Amerîkayê hatine bidest xistin, di mehên Mijdar û Berfanbar a 2016an de bi nirxa 21 milyar û 881 milyon dolaran herî zêde Qeterê çek, tank û balafirên şer kirîne.

    Di meha Mijdarê de Kuweytê jî ji bilî kirîna 28 balafirên 'Boeing F/A-18 Super Hornet' bi nirxa 10 milyar û 100 milyon dolaran, di meha Berfanbarê de jî bi nirxa 1.7 milyar dolaran tankên Abrams û kelûpelên din ên leşkerî kirîne.

    Li gor daneyên ajansê Siûdiya Erebî û Emîratên Ereb jî nêzî Kuweytê çek û alavên leşkerî kirîne ku Siûdiyê bêhtir helîkopterên êrîşê standine.

    Firoştina hemû cure çekên Amerîkî piştî pesendkirina li Kongreyê pêk tê.

     

    Bi heman mijarî:

    Barzanî: Hewlêrê ji bo kêmkirina aloziyên Bexda û Enqerê rol lîst
    Bloomberg: Wê Rûsya di 2017an de bibe yek ji welatê herî cazîp
    Berdevkê heyama Trump: Ti delîlên mudaxeleya hilbijartinan tune ne
    Rûsya: Di 24 seetan de 34 caran agirbest hat binpêkirin
    Malîkî: Heşdî Şabî dibe ku biçe Sûriyê jî
    Etîketan:
    Kuweyt, Emîratên Erebî, Siûdî, Qeter, Firotina Çekan, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de