06:39 23 Mijdar 2017
Zindî
    Girtîgeh / Zindan

    Li Brezilyayê girtiyan serî hildan: Herî kêm 50 kes mirin

    © Sputnik/ Ivan Rudnev
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2810

    Rayedarên brezîlî aşkere kirin ku li eyaleta Amazonasê di girtîgehekê de girtiyan serî hildaye û di encamê de bi dehan girtî mirine.

    Rayedarên Brezîlyayê diyar kirin ku doh êvarê li girtîgeha Anisio Jobimyê ya bajarê Manausê serhildan derketiye û îro sibê jî serhildan hatiye kontrolkirin.

    Rayedarek eşkere kir ku bi dehan girtî hatine kuştin, lê naveroka agahiyên xwe eşkere nekir.

    Portala nûçeyan a G1ê jî destîşan kir ku nêzî 50 girtî jiyana xwe ji dest dane, hejmarek girtî jî reviyane.

    Nediyariya ku serhildan çawa dest pê kiriye hêj jî dewam dike. Hate ragihandin ku kontrolkirina girtîgehan ya di navbera 2 çeteyên herî mezin ên welêt jî dewam dike. Di meha Cohmeha 2016an de li girtîgehê heman rewş qewimî bû.

    Bi heman mijarî:

    Buldan: Cihê parlamentaran ne girtîgeh in, parlamento ye
    Sizaya ateîzmê li Erebistanê Siûdî: 2.000 qamçi û 10 sal girtîgeh
    Cezayê gumanbarê Mutlu Kayayê diyar bû: 15 sal girtîgeh
    Qamişlo tê topbarankirin û YPGê girtîgeh rizgar kir (HAT NÛKIRIN)
    Etîketan:
    revan, mirî, şer, girtîgeh, serhildan, Brezîlya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de