16:39 25 Hezîran 2018
Balafira Donald Trump

Trump: "Di mijara îdîayên êrişên sîberî de hinek tiştên ku gelek kes nizanin ez dizanim"

© REUTERS / Jonathan Ernst
Cîhan
Lînkê kurt
0 10

Serokê Amerîkayê yê nû Donald Trump ku wê di 20ê Rebendanê de wezîfeya serokatiyê ji Barak Obama dewr bigire derbarê êrişên sîbêrî yên Rûsyayê de ragihand ku hinek tiştên ku gelek kes nizanin ez dizanim.

Serokê Amerîkayê yê nû Donald Trump ku wê di 20ê Rebendanê de wezîfeya serokatiyê ji Barak Obama dewr bigire derbarê êrişên sîbêrî yên Rûsyayê kû mudaxeleya hilbijartina Amerîkayê kirine de ragihand ku hinek tiştên ku kes nizane ez dizanim.

Donald Trump li qesra xwe ya bi navê Mar-a-Lago ya li Floridayê di şahiya sersala nû de bersivên rojnamevan ên derbarê îdîayên êrişên sîberî yên Rûsyayê dan. Trump di axaxftina xwe de got: "Derheqê qorsaniya compîturê de gelek tiştan dizanim. Ev tiştekî wihaye ku îspatkirina wê pir zahmet e. Ji bo vê dibe hinek kesên din jî ev tişt kiribin. Nezanbûna me wê bibe bêheqî. Hinek tiştên ku gelek kes nizanin ez dizanim. Ji bo vê divê em ji mijarê bi ewle bin."

Trump di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ev tiştên ku derbarê êrişên sîberî û hackerinê de dizanim nikarim niha eşkere bikim, lê ev roja sêşem an jî çarşemê dê werin diyarkirin."

Ev axaftina Donald Trump, rastî serdemeke ku rêvebiriya Amerîka bi tohmeta ku Rûsyayê bi êrişên sîberî mudaxeleya hilbijartina 8ê Mijdarê ya Amerîkayê kiriye û bi vê tohmetê 35 dîplomatên rûsî dersînor kirin hat.

Bi heman mijarî:

Zaxarova: Partiya Demokratan bi toleyên ser Rûsyayê heyfa xwe ji Trump distîne
Trump bersiv da biryara Pûtîn: Min dizanî ku gelekî zîrek e
Tîma Trump a demkî li ser hevdîtina bi Pûtîn re daxuyanî da
Ji Pûtîn bo Trump peyama sersala nû
'Dibe ku Trump mueyîdeyên li dijî Rûsyayê rake'
Etîketan:
Mijara êrişên sîberî yên Rûsyayê, Serokê Amerîkayê yê 45emîn, Donald Trump, Florîda, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de