17:56 21 Sibat 2018
Zindî
    Kim Jong-un

    Peyama sersalê ji Kîm: Hindik ma

    © REUTERS/ / KCNA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un got, hindik maye ku bikarin moşekên balîstîk ên nav-parzemînan(ICBM) biceribînin.

    Netewên Yekbûyî (NY)
    © Sputnik/ Dmitriy Astahov
    Kim duh di axiftina xwe ya sersalê de got: "Xebatên bipêşxistina û vekolîna çekên xwedan nûtirîn teknolojiyê berdewam dikin û amadekariyên berdana moşeka ICBMê di qonaxa xwe ya dawî de ne."

    Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Anna Richey-Allen bi daxuyaniyekê xwest ku "Koreya Bakur dest ji çalakiyên xwe yên provokoker û gotarên tehdîdê li istiqrar û aştiya navdewletî dike berde."

    Dûrahiya moşekên balîstîk ên nav-parzemînan herî kêm 5.500 km e û hinek ji wan heta 10.000 km tên bipêşxistin. Parêzgeha Kalîfornyayê 9.000 km ji Koreya bakur dûr e.

     

    Bi heman mijarî:

    Serokê Koreya Bakur ji bo Castro 3 roj şîn ragihand
    Serokê Koreya Bakur nameyek ji Trump re şand
    Koreya Bakur NHBeyek nû çêdike
    Amerîka: "Koreya Bakur moşek ceriband, lê bi ser neket"
    FSB: Keştiya masîgir a Koreya Bakur gule bera da, me bersiv da, kesek mir
    Etîketan:
    moşekên balîstîk ên nav-parzemînan, Anna Richey-Allen, Kim Jong-un, Kalîfornya, Amerîka, Koreya Bakur
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de