12:36 25 Mijdar 2017
Zindî
    Êrişa Reînayê

    KENYê êrişa Reînayê şermezar kir

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Konseya Ewlewî ya Netweyên Yekbûyî (KENY) êrişa klûba Reîna ya li Stenbolê şermezar kir û xwest berpirsyarên êrişê derxînin pêşberî darezayê.

    Dmitry Medvedev û Binali Yildirim
    © Sputnik/ Alexandr Astafiev
    Konseya Ewlewî ya Netweyên Yekbûyî (KENY) êrişa klûba Reîna ya li Stenbolê ku sersalê pêk hatibû şermezar kir, xwest berpirsyarên êrişê derxînin pêşberî darezayê û ragihand ku hemû welatên endamên Neteweyên Yekbûyî piştigiriyê didin Tirkiyeyê.

    KENYdi daxuyaniya xwe ya nivîskî ya ji bo êrişa klûba Reînaya Stenbolê ku pêk hatibû bi hovîtî û pelosî binav kir û ji hikûmeta Tirkiyeyê û ji malbatên qurbaniyan re sersaxî xwest.

    Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku terorîzm ji bo aştî û ewlehiya navneteweyî metirsî û xetereya sereke ye, sedema wê çi dibe bila bibe û ji terefê kê were kirin bila were kirin kiryarên terorî meşru nayên dîtin.

    KENY di dawiya daxuyaniya xwe de behsa girîngiya girtina fail, organîzator û fînansorên êrişê kir û ragihand ku divê ev girtin û derkevin pêşberî darezayê. Herwiha divê hemû welatên endamên di çarçoveya hiqûqê de tekoşîna terorîzmê bimeşînin û di vê mijarê de piştgiriyê bidin Tirkiyeyê.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞê derbarê gumanbarê êrişa Berlînê, dîmenek belav kir
    Li Avustralyayê êrişa terorî hat astengkirin
    "Êrişa li hemberî Karlov wekî êrişî Rûsyayê hatibe kirin"
    Şûna tiliyên gumanbarê êrişa Berlînê hate dîtin
    DAIŞ êrişa Urdinê li xwe girt
    Etîketan:
    Êrişa klûba Reîna ya Stenbolê, Konseya Ewlewî ya Netweyên Yekbûyî (KENY), Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de