02:42 19 Çile 2018
Zindî
    Antonio Guterres - Ban Ki-mun

    Serdemeke nû ya NYyê dest pê kir: Pêşî divê aştî bê misogerkirin

    © REUTERS/ Lucas Jackson
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Portûgalê yê berê Antonio Guterres bi awayekî fermî dest bi peywira xwe ya serokatiya NYyê kir. Serokê nû yê ku dê 5 salan peywira xwe berdewam bike, got ku tiştê herî giring ji bo wî, misogerkirina aştiyê ye.

    Sala 2017an, guhertin ji bo NYyê jî bi xwe re anîn. Ban Ki Moonê ku ji 1ê Rêbendana 2007an ve, serokatiya NYyê dike, peywira xwe radestî Serokwezîrê Portûgalê yê berê Antonio Guterres kir. Guterres heta 31ê Berfanbara 2021ê dê peywira xwe berdewam bike û eger bixwaze, dê bikare careke din bibe nazmet.

    Ban Ki-moon
    © REUTERS/ Heinz-Peter Bader
    Guterres diyar kir ku hemû herêm di nav bêistiqrariyê de ne û terorîzma cîhanî bandorê li her kesî dike û wiha pê de çû: "Ez di vê sersalê de bangî we dikim ku hûn bi min re biryareke hevpar a nû bidin. Ka werin, em aştiyê bikin tiştê herî giring ji bo ku em pêk bînin. Ka werin, em welatî, hikûmet û serok hemû bi hev re sala 2017an bikin sala jinavbirina cudahiyên xwe…Ez bangî we dikim, hûn bi min re soza aştiyê ji bo îro û her rojê bidin. Werin em sala 2017an bikin sala aştiyê."

    "ENDAMÊN KENYYÊ YÊN DEMA XWE TIJÎ KIRIYE, XATIR XWESTIN"

    Herwiha sala 2017an nobetên endamên Konseyê Elwekariya Neteweyên Yekbûyî jî guherandin. Endamên Venezuela, Malezya, Nû Zelenda, Îspanya û Angolayê yên xatir xwest. Di şûna wan de, Etiyopya, Bolîvya, Kazakistan, Swêd û Îtalyayê yên di meha Hezîrana de hatibûn hilbijartin dest bi peywira xwe kir.

    Konseya ji 15 encaman pêk tê, Rûsya, DYA, Fransa, Çîn û Brîtanya endamên daimî ne. Her 2 salan 10 endamên demkî tên hilbijartin û her salê 5 heb ji wan diguherin. Dawiya sala 2017an Senegal, Misir, Ûkrayna, Ûruguay û Japonya dê peywira xwe bi dawî bikin û dê 5 endamên din di şûna van endaman de di nava salê de werin hilbijartin.

     

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Rêxistinên ku NY wan terorîst dibîne li derveyî agirbesta Sûriyê ne
    Rûsya: NY piştgiriyê dide hewldanên Rûsya, Tirkiye û Îranê yên ji bo aştiya Sûriyê
    NY amade ye beşdarî pêkanîna peymana Rûsya, Tirkiye û Îranê bibe
    Trump: "NY bûye wekî klûba demderbaskirinê"
    NY: Li Iraq û Herêma Kurdistanê heta niha 12 hezar kes hatin kuştin
    Trump kete dewrê dendayîna niştecihên yahudî ya NY hat paşxistin
    Pêşniyara NY ya agirbesta Helebê hat veto kirin
    Etîketan:
    NY, Antonio Guterres, Ban Ki Moon, Brîtanya, Çîn, Fransa, DYA, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de