00:57 23 Çile 2018
Zindî
    Li Endonezyayê agir bi keştiya rêwiyan ket

    Li Endonezyayê keştî şewitî: 23 mirî

    © REUTERS/ Darren Whiteside
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Li Endonezyayê keştiyeke ku ji Cakartayê diçû Girava Tidungê şewitî û di encamê de 23 kesan jiyana xwe ji dest da.

    Li Endonezyayê keştiyek gava ku bi 247 rêwiyan ji payetxta wî welatî Cakartayê diçû Girava Tidungê şewitî û di encama şewatê de herî kêm 23 kesan jiyana xwe ji dest da.

    Midurê Saziya Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Neteweyî (BASARNAS) ya Cakartayê Hendra Sudirman di daxuyaniya xwe de diyar kir ku agir bi keştiya rêwîyan a ku ji Cakartayê diçû Girava Tidungê ket û di encamê de 23 kesan jiyana xwe ji dest daye.

    Sudirman ragihand ku xebatên lêgerînê berdewam dikin û got, "Di encama xebatên lêgerînê de 194 rêwî hatin rizgarkirin û 23 term hatin dîtin. Xebatên ji bo dîtina rêwiyên wenda berdewam dikin."

    Hat hîn bûn ku rêwiyên wê keştiyê ji bo pîrozbahiyên sala nû diçûn Girava Tidungê û hat gotin ku ew keştî li gorî saeta herêmî di saet 08.46a de şewitiye.

    Bi heman mijarî:

    Di erdheja Endonezyayê de hejmara miriyan derkete 54an
    Li Endonezyayê erdhej: 20 mirî
    Balafira Endonezyayê ket: 12 kes mirin
    Li Endonezyayê gamasiyan riya xwe şaş kirin
    Li Endonezyayê bi pileya 6.5an erdhej pêk hat
    Etîketan:
    şewitîn, mirî, keştî, Saziya Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Neteweyî (BASARNAS), Hendra Sudirman, Girava Tidungê, Cakarta, Endonezya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de