14:51 21 Mijdar 2017
Zindî
    Wezareta Derve ya Ingilistanê (Brîtanya)

    Brîtanya bertek da gotinên Kerry yên derheqê Îsraîlê de

    © Sputnik/ Alexandr Yuriev
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 29 0 0

    Brîtanya bertek da daxuyaniya, Wezîrê Karên Derve yê DYAyê John Kerry yên derbarê hikumeta Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu û got ew 'êrişên li hember hikumetên ku bi rêya demokratîk hatiye hilbijartin rast nabînin.'

    Wezîrê Karên Derve John Kerry yê DYAyê rojên borî bi gotinên ‘hikumeta herî rastgir ya cîhanê' rexne li hikumeta Îsraîlê Benyamîn Netanyahu kiribû ku ev yek bû sedema bertekan.

    Wezareta Karên Derve yê Brîtanyayê bi daxuyaniyeke fermî bertek da daxuyaniyên Kerry û got: ‘Ne raste ku mirov êrişî binyata hikumeta ku bi rêya demokratîk ve hatiye hilibjartin bike.'

    Di dirêjiya daxuyaniyê de, hat gotin ku bicihkirina cihuyan ya li ser axa Filîstîn a dagîrkirî deryasayî ye. Lê ev ne pirsgirêka yekane ya di navbera Îsraîl û Filîstînê de ye.

    ‘MUZAKEREKIRINA AŞTIYÊ NAYÊ WATEYA LISERHÛRBÛNA MIJAREKÊ'

    Di dewamiya daxuyaniyê de wiha tê gotin: ‘Îxtîlafa di navbera Îsraîl û Filîstînê de gelekî tevlihev e. Muzakerekirina aştiyê, nayê wateya liserhûrbûna mijarekê tenê. Em ne di vê baweriyê de ne. Em êrişa li hember hikumeta mutefîkekî ya ku bi rêya demokratîk hatiye hilbijartin jî rast nabînin.'

    Bi heman mijarî:

    Netanyahû: Axaftina Kerry 'Pêş hukmî' ye
    Kerry derbarê aştiya di navbera Îsraîl-Filîstînê de axivî
    Lavrov û Kerry li ser Helebê peyivîn
    ‘CIA û Kerry, lêborîn ji Tirkiye xwestin'
    Kerry: Nikarim îdiayên mudaxeleya Pûtîn li ser hilbijartinên Amerîkayê piştrast bikim
    Etîketan:
    binyat, bawerî, bertek, rexne, john kerry, dya, filîstîn, îsraîl, brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de