05:53 21 Mijdar 2017
Zindî
    azerbeycan

    Azerbaycanê ji Îranê re got: Em ê we tune bikin û wê li şûna we 5 welat derkevin

    © Sputnik
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 126 0 0

    Serokê Parlamentoya Milî ya Azerbaycanê Oktay Esedov got ku Îran ti gavê nikare destwerdana xaka Azerbaycanê bike.

    Di civîna îro ya Parlamentoya Milî ya Azerbaycanê de bersiv ji bo daxuyaniyên Îranê hatin dayîn ku piştî Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahê serdana Îranê kiribû hatibûn dayin.

    Parlamenter Kudret Hasankuliyev diyar kir ku divê daxuyaniyên gefxwar ên Tehranê li hember Bakuyê nîşan daye bê bersiv neyên hiştin û got ku heke Îran êrîşî Azerbaycanê bike ew ê Îranê tune bikin û li şûna wê dê 5 welat derkevin.

    Serokê Parlamentoyê Oktay Esedov jî diyar kir ku Îran ti gavê wê nikaribe destwerdana nav Azerbaycanê bike û wiha axivî: "Serokomarê Îranê jî serdana Ermenistanê kir, me li hemberî wan belovak da? Ji ber wê divê herkes li hemberî yê din rêzê nîşan bide."

    Wezîrê Berevaniya Îranê Huseyin Dehkan gotibû ku, "Em tehemulî wî tiştî nakin ku Azerbaycan nêzîkî Îsraîlî bibe."

    Etîketan:
    gef, Parlamentoya Milî ya Azerbaycanê, Huseyin Dehkan, Oktay Esedov, Kudret Hasankuliyev, Benyamin Netanyahu, Baku, Îsraîl, Ermenistan, Îran, Azerbaycan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de