08:48 23 Îlon 2017
Zindî
    Serokê Amerîkayê Barack Obama di Konferansa Qesra Spî ya dawiya salê

    Obama: Em ê li ser Rûsyayê raporeke berfireh pêşkeşî kongresê bikin

    © REUTERS/ Carlos Barria
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 24 0 0

    Serokê Amerîkayê Barack Obama li ser îdiayên ku Rûsyayê mudaxele li hilbijartinên seroktiyê kiriye got ku ew ê li rojên pêş raporeke berfireh pêşkeşî kongresa Amerîkayê bikin.

    Obama bal kişand ser berdewamkirina toleyên ser Rûsyayê û got, ‘Em ê bergiriyên xwe yên ku dem û cihê wan em diyar bikin bidomînin. Dê hinek ji wan ji raya giştî re neyên ragihandin.'

    Serokê Amerîkayê da zanîn ku sedema toleyên ser Rûsyayê bersivdana hewlên wan ên zirarê didin pêwendiyên Amerîkayê ne û îdia kir ku diziya daneyan û çalakiyên îfşakirinê bi fermana payebilindên hikûmeta Rûsyayê hatine kirin.

    Obama biryara Wezareta Karên Derve ya girtina nûnertiyên dîplomatîk yên li Maryland û New Yorkê bi bîr xist û got, ‘Dê DHS û FBI agahiyên servîsên îstixbaratê û yên sivîl belav bike.'

    Bi heman mijarî:

    Di nav 72 saetan de dê 35 dîplomatkarên Rûsî werin dersînorkirin
    Asli Erdogan û Necmiye Alpay ji girtîgehê derketin
    Yek ji serokê DAIŞê Ebû Candal li Reqqayê hat kuştin
    Li Kerboranê teqîn: Zarokekî can da
    Yildirim: Nûsra û DAIŞ di agirbestê de cî nagirin
    Etîketan:
    Rêvebiriya Obama, Toleyên ser Rûsyayê, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de