10:28 20 Îlon 2017
Zindî
    Steffan De Mistura

    De Mistura: Em di mijara Sûriyeyê de piştgiriyê didin hewldanên Rûsya, Tirkiye û Îranê

    © AFP 2017/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 4410

    Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Taybet Staffan De Mistura bi riya telefonê bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hevdîtnek pêkanî û got NY amade ye ku piştgiriyê bide sepandina hewldanên Rûsya, Tirkiye û Îranê yên di mijara Sûriyeyê de.

    Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê De Mistura bi Lavrov re bi riya telefonê hevdîtnek pêkanî û ji bo qeyrana Sûriyeyê çareseriya siyasî were destpêkirin bi hevdu şêwirîn.

    De Mistura di hevdîtinê de anî ziman ku ew amade ne piştgiriyê bidin sepandina hewldanên Rûsya, Tirkiye û Îranê yên ji bo mijara Sûriyeyê û agirbestê û piştgiriyê bidin amadekirina peymanê ji bo hevdîtinên Astanayê.

    De Mistura got ew piştgiriyê didin encamên hevdîtina sêalî jî.

    'DAWIYÊ LI DAYÎNA AGAHIYÊN ŞAŞ BIDIN'

    Lavrov jî xwest ku bila yekeyên têkildar ên Sekreteriya Giştî ya NY û hinek endamên Konseya Ewlehî ya NY (KENY) êdî dawiyê li dayîna agahiyên derew ên di derbarê Helebê de bîne û bila van agahiyan ji bo geşkirina helwestên dijminahî yên li dijî hikumeta Sûriyeyê bikar neyinin.

    Lavrov alîgirên navborî li şûna ku agahiyên şaş bidin, divê beşdarî operasyonên alîkariya mirovî yên ku navenda şopandina agirbestê ya Rûsyayê ya li Sûriyeyê ligel Komîteya Xaça Sor û Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê bi hevdu re dimeşînin, bibin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: NY piştgiriyê dide hewldanên Rûsya, Tirkiye û Îranê yên ji bo aştiya Sûriyê
    NY amade ye beşdarî pêkanîna peymana Rûsya, Tirkiye û Îranê bibe
    Pêşniyara NY ya agirbesta Helebê hat veto kirin
    Etîketan:
    hewldan, piştgirî, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî, Sergey Lavrov, Steffan De Mistura, Îran, Sûriye, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de