12:40 25 Îlon 2017
Zindî
    Filipinler Devlet Başkanı Rodrigo Duterte

    Duterte: Min berê kesek ji helîkopterê avêtiye, niha çima nekim?

    © REUTERS/ ERIK DE CASTRO
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 33 0 0

    Serokê Dewleta Filipînê Rodrigo Duterte diyar kir ku wî berê kesek ji helîkopterê avêtiye û got ku ew dikare heman tiştî careke din dubare bike jî.

    Rodrigo Duterte
    © REUTERS/ Erik De Castro
    Duterte diyar kir ku berê gava li kolanan digeriya, hinek kuştine û diyar kir ku gava şaredarê Davaoyê bû, kesek ji helîkopterê avêtibû.

    Piştî wê serokê filipînî wiha got: "Eger hûn gendeliyê bikin, ez ê we bi helîkopterê bigirim û li ser rêya Manîlayê biavêjim xwarê. Min berê ev kiribû, çima niha nekim".

    Herwiha Duterteyî diyar kiribû ku ew ê bi qasî têkoşîna li dijî narkotîkê, ew ê li dijî gendeliyê jî şer bike û îdia kiribû ku gava şaredarê Davaoyê bû, sê kes kuştibûn.

    Piştî van daxuyaniyan, senatorên Filipînê daxwaz kiribû ku Duetre ji peywirê bê avêtin lê hinek siyasetmedarên filipînî gotibû ku Duterte ji bo ravekirina armanca xwe, hinekî mubalexe kiriye.

     

    Bi heman mijarî:

    Li hemberî karwana Duterte êrîşa bombeyî: 9 birîndar
    Duterte ji bo mizakereyan bangî milîtanên Ebu Seyyafê kir
    Putin û Duterte li Peruyê hatin ba hev
    Duterte: "Heke Çîn û Rûsya pergaleke dinyaya nû ava bikin pêşî em tevlî dibin"
    Serokdewletê Filîpînan Duterte wê dawiyê li hevkariya 65 salan bîne
    Hevdîtina Obama û Duterte hat betalkirin
    Etîketan:
    gendelî, Rodrigo Duterte, Davoa, Filipîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de