06:32 23 Mijdar 2017
Zindî
    Ala Amerîkayê

    Balyozxaneya DYAyê bersiv da gotinên Erdogan

    © Flickr/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 28 0 0

    Balyozxaneya DYAyê li Tirkiyê bersiv da gotinên Serokomarê Tirkiyê Erdogan ku digot ‘Washingtonê DAIŞ derxistiye holê û piştgirî daye wê' û got ku rastiya van îdiayan nîne.

    Balyozxaneya DYAyê bi daxuyaniyeke nivîskî bersiv da gotinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku digot ‘Hevpeymana li dijî DAIŞê ya DYA pêşekiya wê dike piştgiriya rêxistinên terorê ên weke DAIŞ, PYD û YPGê' û delîlên derbarê wê de hene.

    Di daxuyaniya Balyozxaneyê de wiha hatiye gotin: "Derbarê operasyonên ku DYA û hêzên hevpeymanê li Sûriyê li hemberî DAIŞê dimeşînin de agahiyên bêhtir şaş belav dibin."

    Daxuyanî wiha berdewam dike: "Hikûmeta DYAyê piştgiriya DAIŞê nake. Hikûmeta DYAyê di rabirdûyê de DAIŞ ava nekiriye û piştgiriya wê nekiriye. Ew îdiayên ku dibêjin hikûmeta DYAyê piştgiriya DAIŞê dikin ne rast in."

    ‘HIKÛMETA DYAYÊ TEQEMENÎ YAN JÎ ÇEK NEDAYE YPGÊ YAN JÎ PKKÊ, NOQTE'

    Balyozxaneyê di daxuyaniya xwe de destnîşankiriye ku "Hikûmeta DYAyê teqemenî yan jî çek ji bo YPGê yan jî PYDê peyda nekiriye. Noqte. Me êrîşên PKKê û çalakiyên tunditujiyê yên li Tirkiyê pêk aniye dubare car şermezar kir.

    Weke ku di dema operasyona li hemberî DAIŞê, ji bo hewldanên têkbirina DAIŞê zêde bikin û ji bo ev belaya ku gelên her du welatan tehdît dike ji holê rakin, em ji nêz ve bi muxatabên xwe yên hikûmeta tirk re di xebatê de berdewam in. Ev di heman demê de hevdîtinên me yên derbarê çawaniya piştgiriya hêzên tirk û muxalefeta Sûriyê jî dihewîne ku li derdora Babê têkoşîna bi DAIŞê re dimeşînin.

    Her weke Tirkiyê, DYAyê jî rastî êrîşên piştevanên DAIŞê hatiye. Em, şîna wan windahiyên Komara Tirkiyê dane dikişînin ku çi li hemberî vê tehdîtê çi jî li hemberî tehdîtên terorê ên din."

    Etîketan:
    Balyozxaneya DYAyê li Enqereyê, DAIŞ, PKK, PYD, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye, Bab, Sûriye, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de