19:58 23 Mijdar 2017
Zindî
    DAIŞ

    Li Brîtanyayê 3 kurd bi tohmeta DAIŞê hatin girtin

    © Foto: fb/SOHR
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 31 0 0

    Hat ragihandin ku li Londona Brîtanyayê 3 ciwanên xelkê Başûrê Kurdistanê, bi tometa ku xwestine tevlî DAIŞê bibin hatine girtin.

    Roja 23ê Berfenbarê, li Londonê 3 ciwanên kurd hatine dadgehkirin. Dadgehê bi tometa pêwendiya ligel DAIŞê ciwanên kurd weke tawanbar nasand. Hate gotin ku van kesan pêwendî bi DAIŞê re daniye û xwestine herin nav vê rêxistinê. Biryare piştî çend mehên din biryara dadgehê ya derbarê her 3 tometbaran de bê eşkerekirin.

    Herwiha li gorî medyaya Brîtanyayê temenê ciwanan di navbera 19 û 26 salan de ye. Birayê yek ji wan tometbaran çûye nav DAIŞê, lê DAIŞê ew bi tometa sîxûrîkirinê girtine. Ji ber vê yekê jî ciwanê 19 salî poşman bûye. Dadgehê ev ciwanê 19 salî tawanbar nasand û eşkere kir ku wî zaniye birayê wî çûye nav DAIŞê lê agahî nedaye dezgehên pêwendîdar.

    Herwiha hatiye sepandin, ku her du ciwanên xwestine çalakiyên terorîstî bikin. Xizmê yek ji wan ciwanan agahdarî daye polêsan û gotiye ku plana wan heye bibin endamên rêxistinên terorîstî.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Kosret Resûl: Erdogan şaş e, PKK û DAIŞ ne wekî hev in
    ‘Tê gotin DAIŞ lîsteya dîplomatên rûs amade kiriye'
    Li El Babê di navbera DAIŞ û leşkerên Tirk de şerekî dijwar diqewime
    Di pevçûna navbera DAIŞ û hêzên Xezeba Firatê de 9 terorist hatin kuştin
    Artêşa Sûriyeyê DAIŞ ji derdora Palmîrayê qewirand
    Etîketan:
    Binçavkirina 3 ciwanên kurd, Rêxistina terorîst a DAIŞê, London, Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de