14:04 24 Mijdar 2017
Zindî
    Moldova Devlet Başkanı İgor Dodon

    Serokomarê Moldovayê ala YE rakir

    © REUTERS/ Gleb Garanich
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Serokomarê Moldovayê Igor Dodon piştî destpêkirina peywira xwe ala YE ya li pêş avahiya Serokomariyê rakir.

    Li gorî agahiyên çapemeniya Moldovayê ala YE ya ku ligel ala Moldovayê li pêş avahiya Serokomariyê lidar bûn, hat rakirin.

    Komeke parlamenterên Partiya Lîberal bertek nîşanê rakirina alayê da û bi hinceta ku yase hatine binpêkirin, ala YE dîsa li pêş avahiyê bidarxist. Piştî demekê ala Ye dubare hat rakirin.

    ​Berdevkê Çapemenî yê Serokomariyê Ion Çeban li ser medyaya civakî diyar kir ky Dodon wek serokomar garantorê destura bingehîn e û welêt di çarçoveya yaseyî de birêve dibe, Çeban got, "Êdî di avahiya Serokomariyê de wê tenê ala Moldovayê hebe."

    Li Moldovayê di hilbijartina serokomariyê de serokê sosyalist ê alîgirê Rûsyayê Igor Dodon biserketibû. Dodon di 23yê Berfanbarê de dest bi peywira xwe kiribû.

    Etîketan:
    rakirin, Ala YE, Serokomarê Moldovayê, Ion Çeban, Igor Dodon, Moldova
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de