04:41 23 Mijdar 2017
Zindî
    Choi Soon-sil -  Koreya Başûr

    Li Koreya Başûr di qeyrana siyasî de partiyeke nû tê damezirandin

    © REUTERS/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1210

    Li Başûrê Koreyê piştî ku ji ber gendeliyê erkên Seroka Dewletê Park Geun-hye ji dest hatin girtin û skandala bandora siyasî ji partiya desthilat a bi navê Partiya Saenuri 29 parlamenteran dev ji erka xwe berdan.

    29 parlamenterên ku ji partiya desthilat îstifa kirin daxuyandin ku ew ê di 24ê Rêbendanê de partiyeke nû ya bi navê ‘Ji bo Reformê Partiya nû ya Mihafezekar' damezirînin.

    BAN Ê KU GOTIBÛ ‘EZ Ê XWE BIŞEWITÎNIM' HAT VEXWENDIN

    Yek ji parlamenterên îstifa kir Yoo Seong-min jî di daxuyaniya xwe ya ji bo SBSê de got ew hêvî dikin ku Sekreterê Giştî yê NY Ban Ki-mun ê ku gotibû ‘ez dikarim ji bo welatê xwe, xwe bişewitînim' jî beşdarî partiya nû bibe.

    Piştî vê îstifaya komî di parlamentoyê de hejmara kursiyên Partiya Saenuri daketin 99a û li şûn Partiya Demokrat a xwediyê 121 kursî ma.

    Li gorî ajasna Yonhapê komê di daxuyaniya xwe de got, "Piştgirên Parkê nirxên rastîn ên mihafezekariya jibîr kirine û di encamê de baweriya mirovan wenda kiriye."

    Partiya nû ji xwe re dike armanc ku hilbijêrên mihafezekar ên ku p;êbaweriya xwe ya bi Saenuri û rêveberiya Park bidest bixin.

    Parlamentoya Başûrê Koreyê piştî skandala Choiyê di 9ê Berfanbarê de di derbarê Seroka Dewletê Park de biryara lêpirsînê dabû û erkên Park ji bo demkî dewrê Serokwezîr Hwang Kyo-ahna hatibûn kirin.

    Bi heman mijarî:

    Seroka Dewleta Koreya Başûr Park biryara azilkirina parlamentoyê qebûl kir
    Parlamentoya Koreya Başûr daxwaz kir Seroka Dewletê ji wezîfeyê were standin
    Koreya Başûr planan dike ku Kim Jong-un bikujin
    Etîketan:
    qeyrana siyasî, partiyeke nû, Serokwezîrê Koreya Başûr, Sekretê Giştî yê NY, Hwang Kyo-ahn, Ban Ki-mun, Yoo Seong-min, Koreya Başûr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de