16:43 21 Mijdar 2017
Zindî
    Sûriye

    Dibe berpirsên leşkerî yên rûs, tirk û îranî jî tevlî civîna Astanayê bibin

    © REUTERS/ Omar Sanadiki
    Cîhan
    Lînkê kurt
    Civînên Astanayê ji bo çareseriya Sûriyeyê (83)
    0 17 0 0

    Hat ragihandin ku dibe berpirsên leşkerî yên Rûsya, Tirkiye û Îranê jî tevlî civîna bajarê Astana yê Kazakistanê ya ji bo hevdîtinên aştî yên Sûriyeyê bibin.

    Li gorî nûçeya ajansa RIA Novostiyê ku dispêre çavkaniyekî ragihand ku wê di civîna Astanayê de agirbes were nîqaşkirin. Peymana vê niha li Enqereyê ji terefê pisporan ve tê amadekirin û wê li Astanayê jî were erêkirin.

    Çavkanî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Dîroka hevdîtinan hê ne diyar û nayê zanîn dê kî tevlî civînê bibin. Li gorî planan di civînê de ji xeyrî muxalif û nûnerên artêşa Sûriyeyê dibe berpirsên leşkerî yên Rûsya, Tirkiye û Îranê wekî garantor tevlî bibin.

    Herwiha Wezîrên Derve yên Rûsya, Tirkiye û Îranê di 20ê Berfenbarê de li Moskowê ji bo mijara Sûriyeyê hevdîtinek pêk anîbûn û hersê wezîran piştî hevdîtinê daxuyani dabûn ku ew garantorê peymana navbera muxalif û hikûmeta Sûriyeyê ne. Ji aliyê din ve di heman rojê Wezîrên Parastin ê hersê welatan jî li Moskowê civînek lidar xistibûn.

    Mijar:
    Civînên Astanayê ji bo çareseriya Sûriyeyê (83)

    Bi heman mijarî:

    Kazakistan: "Tirkiye, ji bo endamtiya Şanghayê serlêdana fermî nekiriye"
    Lavrov û Çavuşoglu mijara Sûriyeyê nirxandin
    Berpirsên leşkerî yên tirk û rûsî li Enqereyê bi muxalifên sûriyeyî re hevdîtinan dikin
    DAIŞê El Bab tijî teqemenî kiriye
    Kaynak: "Me li Sûriyeyê 650 hezar donim erse dît, em li wir kampan ava dikin"
    Etîketan:
    Hevdîtina berpirsên leşkerî yên tirk, rûs û muxalifên sûriyeyî, Civîna bajarê Astanayê ya ji bo mijara Sûriyeyê, Astana, Kazakistan, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de