07:21 26 Gulan 2018
Êrişên çekdarî yên Chicagoyê

Li Chicagoyê êrişên çekdarî: 9 kuştî

© REUTERS / Andrew Nelles
Cîhan
Lînkê kurt
0 20

Li bajarê Chicagoya Amerîkayê di dawiya hefteya pîrozbahiyên Noelê de 9 kes di encama êrişên çekdarî de hatin kuştin.

Li bajarê Chicagoya Amerîkayê di dawiya hefteya pîrozbahiyên Noelê de 9 kes di encama êrişên çekdarî de hatin kuştin. Chicago yek ji bajarê Amerîka ku maweyê sûcî lê zêde ye û wekî ‘paytextê sûcî' tê binavkirin.

Hêzên Ewlehî yên bajarê Chicagoyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di dawiya hefteya rasthatî ya pîrozbahiya Noelê de 9 kes di encamên êrişên çekdarî de jiyana xwe ji dest dan û 33 kes jî birîndar bûn. Bûyer herî zêde li taxên başûr ên bajêr pêk hatin.

Herwiha di şeva pîrozbahiyên Noelê de li devê Dêra Labor of Love Apostolicê di êrişa çekdarî de kesek hat kuştin û di êrişeke din a li klûba şevê ya li herêma Westchesterê jî dîsa di êrişa çekdarî de kesek hat kuştin û 5 kes jî birîndar bibûn.

​Li gorî amareyên fermî ji destpê sala 2016an di êrişên çekdarî yên bajarê Chicagoyê de 747 kes hatin kuştin, 4 hezar û 258 kes jî birîndar bûn.

Bi heman mijarî:

Li Chicagoyê êrişên çekdarî: 9 kuştî 26 birîndar
Li Chicagoyê êrişên çekdarî: 14 mirî û 39 birîndar
Etîketan:
9 kuştî 33 birîndar, Êrişên çekdarî yên li bajarê Chicagoyê, Chicago, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de