18:02 23 Mijdar 2017
Zindî
    Papa Françis Vatîkan

    Papa banga dawîanîna şerê Sûriyê kir

    © AFP 2017/ ANDREAS SOLARO
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Papayê Vatîkanê li Bazilîkaya Ezîz Petrûs bi minasebeta Cejna Xirîstiyanan (Noel) bangewazî kir ku şer û tundûtujiya li hin welatên cîhanê didome were rawestandin.

    Papayê ku serokê milyonek û 300 xirîstiyanên katolîk ê cîhanê ye, di gotara xwe ya Noelê ya ji 40 hezar kesan re pêşkeş kir de, bi taybetî li ser pêşhatên li Sûriyê û Helebê rawestiya.

    PAPA: JI BO SIVÎLÊN HELEBÊ PÊWÎSTÎ BI ALÎKARIYA LEZGÎN HEYE

    Papa bang li civata navnetewî kir ku bi rêya muzakereyan û hiqûqa însanî, li Sûriyê bikaranîna çekan bi awayekî mayînde bidin rawestandin û wiha axivî: "Niha ji her demê bêhtir pêwîstî pê heye ku bilez ji bo xelkê sivîl ê Helebê yê ji şer westiyaye re, di çarçoveya hiqûqa navnetewî de alîkarî bê kirin û rehetiya wan were dabînkirin."

    'LI ERDA PÎROZ LI ŞÛNA KÎNDARÎ Û TOLHILDANÊ FERASETA LIHEVKIRINÊ LAZIM E'

    Papa herwiha hêvî kir ku aştî were ser erdên pîroz û ji Îsraîl û Filîstînê xwest ji bo rûpeleke nû li dîrokî vekin bi wêrekî tevbigerin, li şûna kîndarî û tolhildanê bi lihevkirin û feraseteke du alî dahatuyê ava bikin.

    Papa di berdewama gotara xwe de, bal kişand ser êrîşên terorê yên li gelek welatên cîhanê rû didin û hem ji malbatên qurbaniyan re hem jî ji penabarên ji ber şeran aware bûne aramî xwest.

    PAPA: MATERYALÎZMÊ NOEL DÎL GIRTIYE

    Papayê Vatîkanê sîstema heyî ya dinyayê ku bûye qadeke bazirganî jî rexne kir û got, Noel ji aliyê materyalîzmê ve hatiye dîlgirtin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Mûsilê êrîşî bazarê kirin: 20 kuştî 55 birîndar
    Netanyahû: Berpirsê biryara rawestandina cîwarbûnê Obama ye
    Pûtîn û Erdogan li ser Sûriyê axivîn
    Çavuşoglu: Rûsyayê heta dawiyê soza xwe bi cî anî
    Biryara Yol TV û binçavkirina Odabaş hat protestokirin
    Etîketan:
    Vatîkan, Rawestandina şer, Papa, Filîstîn, Îsraîl, Sûriye, Heleb, Vatîkan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de