16:47 21 Mijdar 2017
Zindî
    Erdhej

    Li Şiliyê bi pileya 7.6 erdhêj çêbû

    © AFP 2017/ Richter magnitude scale
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 36 0 0

    Li başûrê rojavayê Şiliyê bi pileya 7.6 erdhejek pêk hat.

    Li başûrê rojavayê Şiliyê 33 kîlometro di binê erdê de bi pileya 7.6 erdhejek pêk hat. Piştî erdhejê li herêmê hişyariya tsunamî hat kirin.

    Li gorî Saziya Lekolînên Jeolojî ya Amerîkayê (USGS) erdheja bi pileya 7.6ê li başurê rojavayê welat seet 14.22an de pêk hat.

    Herwiha Navenda Tsunamî ya Pasîfîkê ji bo herêma ku erdhej pek hat bi çargoşe di çapa hezar kîlometroyî de hişyariya tsunamiyê kir.

    Nayê zanîn ku di erdhejê de ziyanê can û malî bûye an na.

    Navenda erdhejê 40 kîlometro li başûrê rojavayê Puerto Quellon a qeraxên Los Lagosê pêk hat û li gorî zanyariyan 33 kîlometroyan di bine erde de çêbûye.

    Bi heman mijarî:

    Li Osmaniyeyê erdhej pêk hat
    Li Gîneya Nû ya Papûayê erdhej çêbû
    Li Wanê di nava 6 seetan de 7 caran erdhej pêk hat
    Li navçeya Qelqeliya ya Wanê erdhej çêbû
    Li Giravên Solomonê bi mezinahiya 6.9 erdhej pêk hat
    Etîketan:
    Saziya Lekolînên Jeolojî ya Amerîkayê (USGS), Li Şiliyê erdhej pêk hat, Puerto Quellon, Şili
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de