07:07 23 Çile 2018
Zindî
    Serokên Rûsya û Çînê Vladîmîr Pûtîn

    'Çîn bi niyête ku hevkariya xwe ya li dijî terorîzmê bi Rûsyayê re çalak bike'

    © Sputnik/ Michael Klimentyev
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    'Çîn hevkariyê bi Rûsya û bi raya giştî re di warê tekoşîna dijî terorîzmê û dabînkirina ewlekariya giştî bi biryar piştrats dike'. Ev yek di telegrama sersaxî ya Serok Komara Çînê Sî Tsînpîn ya bi kuştina baylozê Rûsyayê li Tirkiyeyê Andrey Karlov ve girêdahî, tê diyarkirin.

    Teksta peyamê roja 22 Kanuna Pêşîn li ser malpera fermî ya Rûsya a Federal li Komara Çînê hatibû belavkirin.

    Di telegramê de tê gotin: "Çîn çalakiya terorîstî ya li hember bayloz hatibû pêkanîn, bi biriyar şermezar dike. Li ser navê hikumeta Komara Çînê û ser navê xwe, ez sersaxî ji malbat û dostên bayloz Andrey Karlov dixwazim".

    'RÛS Û ÇÎN DI TEKOŞÎNA DIJÎ TERORÎZMÊ DE…'

    Saziyên taybet yên Rusya û Çînê di van çend salên dawî de, li ser bingeha dûqolî û di çarçova Rêxistina Hevkariya Şanghayê di tekoşîna dijî terorrîzmê de, bi awayekî serkeftî hevkariyê dikin. Pevguhertina agahiyên opêratîv têne destek kirin, lîsteya rêxistinên navnetewî yên kû di her dû welatan de wek yên tundrew hesabdikin, têne erêkirin.

    Li gor nêrîna pisporê Navenda pêwendiyên navnetewî yê înstîtuya komunîkasiyonên giştî yê Çînê Yan Miyan, di encama xurtkirina hevkariya dijî terorîzmê ya di navbera Rûsya û Çînê de, ev babeta pêşanîye:

    "Di rêza yekem de xurtkirina pevguhertina danayên îstîxbaratê di encama hevkariya antî-terorê ya di navbera Çîn û Rûsya yê de. Çîn rastî metirsiya terorê ya rêxistina terorsîtî a 'Bizava Îslamî ya Rojhilatê Turkêstanê` tê. Li Rûsyayê ewlekariya netewî li herêmên wek Bakurê Kafkasiya, wek Dagistan, Çeçenîstan, Înguşetiya û Osetiya Bakûr di bin metirsiya terorîzmê deye. Ji ber wê çendê Rûsya û Çîn dikarin hevkariya xwe û koordînekirina hereketên xwe, pevguhertinên danayên îstixbaratê hîn xurtir bikin, her wiha rê li pêşiya terorîzmê bigirin û li her dû welatan terorîzmê ji kokê tune bikin. Ji bilî wê, binebeşên leşkerî yên herdû welatan dikarin manewrên dijî terorîzmê pêkbînin, ji bo ku hîn pêşbikevin.

    'POZISYONA ÇÎNÊ Û RÛSYAYÊ DI PIRSÊN TÊKOŞÎNA DIJÎ TERORÊ DE, DI ASTEKE HERÎ BILIND DE YE'

    Welatên Rêxistina Hevkariya Şanghayê pêwîste herdem manewrên dijî terorîzmê pêkbînin. Ev di hevkariyê de mekanîzmeke pir girînge. Pozîsiyona Çînê û Rûsyayê di pirsên tekoşîna dijî terorê de, di asteke herî bilind deye. Pir girînge û pêwîste her dû welat li hember 'standartên dûqolî' yên kû welaten Rojavayê di warê tekoşîna dijî terorîzmê dimeşînin derkevin. Rojava taybetî bi van pozîsiyonan nêzîkê tekoşîna dijî rêxistina terorîstî 'Bizava Îslamî ya Rojhilatê Turkistanê' û tekoşîna li hember terorzmê li Bakurê Kafkasiyê dibe. Ji ber wê çendê, Çîn û Rûsya gerek li hember siyaseta 'standartên dûqolî' yên Rojavayê derkevin û hevkariya xwe di wî warî de xurtir bikin."

    'JI BO EFGANISTANÊ DI 27Ê BERFANBARÊ DE CIVÎN HEYE'

    Diyare kû xurtkirina hevkariya saziyên taybet yên Rûsya û Çînê li herêma Asiya Navndî bi kişandina potensiyala Rêxistina Hevkariya Şanhayê, dibe karekî girîng ya dabînkirina ewlekariyê di tevayî herêmê de. Ev him jî dibe rêaksiyona hevpar a li dijî gefên terorîzmê û radîkalîzma Efganîstanê. Bi wê ve girêdayî, çavdêran bal kişandine ser şêwrên dahatû li ser Efganîstanê kû roja 27 Berfanbarê li Moskowê bi beşdariya nunerên Rûsya, Çîn û Pakîstanê lidarkevin. Ev daxwezname li ser lêgerîna mekanîzma nû ya çareserkirina pirsgrêka Efganîstanê ye. Ev her wuha piştrast dike kû Moskow û Pêkîn bi niyêtin kû aliyê Efganîstanê bikin qada xurtkirina hevkariyê û pêşîgirtina riya terorîzm û radîkalîzmê li herêmê.

    Bi heman mijarî:

    Almanya: Sedema berdewamiya gotûbêjên endamtiya Tirkiyê ya YEyê, Rûsya û Çîn in
    Çîn: Em bi normalîze bûna têkiliyên Rûsya-Tirkiyayê kêfxweş bûn
    Di navbera Çîn, Rûsya û Mogolîstanê de peymana ekonomîkî
    Pûtîn: "Hevkariya Çîn û Rûsya, ji bo pirsgirêkên cihanê wê bibe pêkera aramiyê"
    Çîn û Rûsya, wê dawiyê li hêza leşkerî ya Amerîkayê bînin
    Castro: 'Tenê Rûsya û Çîn dikarin şerê cîhanê rawestînin'
    Rûsya û Çîn destbi sazkirna teknolojiya gerdûnî ya yekbûyî kirin
    Rûsya û Çîn li Derya Spî destbi gerwerziyan dikin
    Rûsya, Çîn û Rêxistina Hevkarîya Şanhayê
    Etîketan:
    Rêxistina Hevkariya Şanghayê (RHŞ), Navenda Pêwendiyên Navnetewî yê Înstîtuya Komunîkasiyonên Giştî yê Çînê, Yan Miyan, Osetya, Înguşetiya, Kafkasya, Çeçenistan, Dagistan, Efganistan, Rûsya, Çîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de