20:38 26 Gulan 2018
Fransa

Li Fransayê pêşî li 17 êrîşên terorê hat girtin

© REUTERS / Eric Gaillard
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Yekeyên ewlehî yên Fransayê di sala 2016a de heta niha 17 êrîşên terorê asteng kirin.

Bernard Cazeneuve
© AFP 2018 / Stephane de Sakutin
Wezîrê Karên Navxweyî yê Fransayê Bruno Le Roux got yekeyên me yên ewlehiyê di têkoşîna li dijî terorîzmê de bi awayekî tam mobîlîze bûne û dest nîşan kir ku îsal dibetiya 17 êrîşên terorê asteng kirin. Bruno behsa hûrgiliyên mijarê nekir.

Fransa îsal û sala borî rastî êrîşên giran ên terora îslamparêzan bû. Di 14ê Tîrmehê Roja Cejna Netewî ya Fransayê de êrîşkarekî li bajarê Niceê de bi kamyonekê kete nav qelebalixê û di encamê de 84 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Di Mijdara 2015a de jî terorîstan li Parîsê bi awayekî hemwextî gelek êrîş pêk anîbûn. Di wan êrîşan de 130 kesan jiyana xwe ji dest dabû.

Le Roux piştî êrîşa li Berlînê ferman dabû ku kontrolên li ser sînorê Almanya, Luksemburg û Swîsreyê werin xurtkirin. Di derbarê bersûcê êrîşa Berlînê Anis Amri de hatibû gotin ku di ser Fransayê re derbasî Îtalyayê bûye lê ev agahî hîn nehatine piştrast kirin. Le Roux jî dest nîşan kir ku lêpirsîna dozgeriyê berdewam dike.

Li gorî agahiyên çapemeniyê Amri ji bajarê Chambery yê Fransayê bi tirênê di ser Torino re çûye Milanayê û li wir di dema kontrolên polîsan hatibû kuştin.

Etîketan:
astengkirin, êrîşên terorê, Wezîrê Karên Navxweyî yê Fransayê, Anis Amri, Bruno Le Roux, Torino, Luksemburg, Swîsre, Îtalya, Fransa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de