12:34 25 Mijdar 2017
Zindî
    Yves Chandelon

    Kontrolkerê Giştî yê NATOyê Chandelon di wesayita xwe mirî hat dîtin

    Twitter
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 26 0 0

    Piştî kuştina Balyozê Rûsya yê li Enqereyê Andrey Karlov û kuştina rayedarê Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê Petry Polşikov îcar jî Kontrolker Giştî yê NATOyê Yves Chandelon li Belçîkayê di wesayita xwe de kuştî hat dîtin. Hat hîn bûn ku ev mirina bi guman ku di 16ê Berfanbarê de qewimî, ji çapemeniyê hatiye veşartin.

    Kontrolkerê Giştî yê NATOyê Yves Chandelon, ku ji lêkolîna şîrketên piştgiriya aborî didin terorê û hîlekariya pereyan dikin berpirsyar bû, li Belçîkayê li bajarê Andenneyê mirî hat dîtin. Termê Chandelon 140 kîlomitro dûrê kargeha wî, 100 kîlomitro jî dûrê mala wî di otomobîla xwe de bi awayekî ku ji serê xwe gule xwaribe hat dîtin.

    LÊ DESTÊ ÇEPÊ BIKAR DIANÎ

    Hat diyar kirin ku Chandelon destê xwe yê çepê bikar dianî lê gava ku hat dîtin çek di destê wî yê rastê de bû û li beramberî 3 çekên li ser navê wî qeydkirî hebû, li cem wî çekek din hat dîtin. Tê gotin ku ev jî îdiayên sûîqesdê xurtir dikin.

    JI BO PIŞTÎ MIRINA WÎ WERIN WEŞANDIN, HINEK BELGE HIŞTIN

    Hat diyar kirin ku Chandelon di demen dawîn de behsa lêgerînên seyr dikir. Wergera berê ya FBIyê Sîbel Edmonds anî ziman ku Chandelon ji bo piştî mirîna wî werin weşandin hinek belge ji kurê xwe re berdan û ev belge sere vê hefteyê ji polîsan re hatin şandin. Edmonds her wiha dest nîşan kir ku ji bo kesekî ku xwe kuştibe, ne pêkan e ku çek di destan de be. Edmonds balkişand ser ku ger ku kesek çekê ji nêzîk ve biteqîne, çek wê bi tundiya şûnde vegerê ji destê wî kesî de derkeve û diyar kir îdiaya sûîqesdê hîn xurt e.

    Etîketan:
    hat dîtin, wesayit, mirî, Kontrolkerê Giştî yê NATOyê, Balyozê Rûsya yê li Enqereyê, Sibel Edmonds, Yves Chandelon, Andrey Karlov, Belçîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de