00:49 18 Çile 2018
Zindî
    Rusya ve Rusya arasında Türk Akımı projesi imzalandı.

    Peymana navhikûmetî ya Herka Tirk hat pesendkirin

    © REUTERS/ Osman Orsal
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Biryara pesendkirina peymana navhikûmetî ya projeya xeta boriya gaza siruştî ya herka tirk di Rojnameya Fermi ya Tirkiyê de hate belav kirin ku bi vê projeyê re wê gaza rûs bişîne Tirkiyê û ji Tirkiyê jî ber bi Ewropayê bar bike.

    Proje wê ji du xetan pêk bê ku li gorî prensîbên hevkariyê yên berjewendiyên hevbeş û bi armanca bipêşxistina têkiliyên aborî û bazirganî yên di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de ye.

    Proje wê ji stasyona kompresor a Russkaya ya li herêma Krasnodar a Rûsyayê ji ser Behra Reş re bigihêwe termînala li Tirkiyê û ji vir jî ber bi Ewropayê ve biçe. Proje cara pêşîn di sala 2014an de ji hêla Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin ve hate aşkerekirin. Di projeyê de peymana navhikûmetan di 10ê Cotmehê de hatibû îmzekirin.

    Di çarçoveya projeyê de tê plankirin ku du xetên boriyê werin avakirin û wê her yek ji wan xwedî kapasîteya 15.75 milyar metrekupê bin. Çavlirêye ku xeta pêşî wê gazê bigihîne Tirkiyê, xeta duyemîn jî piştî standina misogeriyê wê gazî bigihîne Ewropayê.

    Hikûmeta Rûsyayê pêşnûmeya yaseyê ya derbarê pesendkirina peymana xeta boriyê ya Herka tirk di 16ê Berfanbarê de qebûl kiribû.

    Serokê Komîteya Enerjiyê yê Dumayê ya baskê jêr ê parlamentoya rûs Pavel Zavalniy diyar kiribû ku tê plankirin peymana navhikûmetî ya derbarê herka tirk de di meha rêbendanê de li Dumayê were dengdayin.

    Bi heman mijarî:

    Wekîlê rûs: Dûma dibe peymana Herka Tirk di 21ê Berfanbarê de pesend bike
    Gazpromê ji bo Herka Tirk daxuyanî da
    Miller: Em pêbawer in ku xetên Herka Tirk wê di dawiya sala 2019a de têkevin xizmetê
    Pûtîn wê bi Miller re projeya Herka Tirk biaxive
    Novak: Me Herka Tirk bi peymana li gel Ûkraynayê senkironîze kir
    Etîketan:
    gaza siruştî, Herka Tirk, Parlamentoya Rûsyayê, Parlamentoya Tirkiyê, Duma, Vladimir Putin, Pavel Zavalniy, Krasnodar, Behra Reş, Ewropa, Moskow, Rûsya, Tirkiye, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de