16:50 22 Çile 2018
Zindî
    penaber - Behra Spî - xeniqîn - koçber

    Îsal zêdetirî 5 hezar penaber di Behra Spî de xeniqîn

    © REUTERS
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî daneyên NYyê ji serê sala 2016an û vir ve hejmara penaberên ku di Behra Spî û Behra Egeyê de jiyana xwe ji dest dane zêdetirî 5 hezara ne.

    Rêxistina Penaber a Navdewletî ya Neteweyên Yekgirtî (IOM) diyar kir ku îsal di hejmara penaberên ku dixwestin derbarî welatên Ewropayê bibin lê jiyana xwe ji dest dane de zêdebûn çêbûye. Sazî diyar dike ku di navbera 1ê Rêbendana 2016an û 21ê Berfanbara 2016an de 358 hezar penaber bi rêya deryayî derbasî welatên Ewrapoyê bûne. Li gorî hejmara par ji 3 yek rêje zêde bûye.

    Bi mirina 100 penaberên li peravên Sîcilyayê ya pêr re hejmara penaberên ku dixwestin derbasî welatên Ewropayê bibin û jiyana xwe ji dest bidin 5 hezar derbas kir.

    Li gorî daneyên rêxistinê par di Behra Spî û ya Egeyê de 3 hezar û 777 penaberan jiyana xwe ji dest dabû.

    Zêdetirê penaberên ku jiyana xwe ji dest dane yên Rojhilata Navîn û welatên Afrîqayê ne ku ji ber şerên navxweyî direvin.

    Bi heman mijarî:

    Di rojekê de 3 hezar û 300 penaber hatin rizgarkirin
    Şerma Brîtanyayê ya li hember zarokên penaber: Testa diranan
    Pêla koçberiyê didome: 5 hezar û 600 penaber hatin rizgarkirin
    Wezareta Karên Navxweyî yê Almanyayê: Di sala 2015an de 890 hezar penaber hatin Almanyayê
    Hejmara miriyên penaber ên keştiya li Misrê gîhişt 110an
    Keştiya ku 600 penaber têde bû binav bû: Bi 10an mirî
    Etîketan:
    penaber, NY, Rêxistina Penaber a Navdewletî ya Neteweyên Yekgirtî (IOM), Ewropa, Rojhilata Navin, Afrîka, Girava Sîcilyayê, Behra Egeyê, Behra Spî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de