21:16 24 Mijdar 2017
Zindî
    pdk-î, pêşmergê rojhilat

    Pêşmergeyekî Komara Kurdistanê di 92 saliya xwe de koça dawî kir

    © Foto: Twitter
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Yek ji pêşmergeyên Komara Kurdistanê Pîrot Ebdulrehman Ehmedî yê bi navê ‘Mam Rehman' tê nasîn, di temenê xwe yê 92 salî de jiyana xwe ji dest da.

    Li gorî agahiyên Kurdistanmediayê yek ji endamên berê yên Hizba Demokrat a Kurdistanê û pêşmergeyekî Komara Kurdistanê Pîrot Ebdulrehman Ehmedî yê bi navê ‘Mam Rehman' tê nasîn, şeva sêşemê ya 20ê Berfanbarê jiyana xwe ji dest da.

    Mam Rehman piştî damezirandina Komara Kurdistanê ya serdema Qazî Mihemed wek pêşmerge beşdarî Artêşa Netewî ya Kurdistanê dibe û piştî rûxandina Komara Kurdistanê wek gelek endamên din ên Hizba Demokrat koç dike û diçe bajarê Bexdayê.

    Mam Rehman di salên dawiyê de koçî Norwêcê dike û li wir di encama nexweşiyê de jiyana xwe ji dest da.

    Bi heman mijarî:

    PDK-Î: Êrîş ji hêla Îranê ve hatiye kirin
    Pêşmergeyekî PDK-Î jiyana xwe ji dest da
    Şer di navbera pêşmergeyên PDK-Î û leşkerên Îranê de derket
    Etîketan:
    jiyana xwe ji dest da, Komara Kurdistanê, Pîrot Ebdulrehman Ehmedî, Kurdistan, Norwêç
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de