03:07 25 Mijdar 2017
Zindî
    Êrîşa Berlînê li ser bazara Noelê

    Gumanbarê êrişa Berlînê hate kuştin

    © AP Photo/ AP
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 3110

    Gumanbarê êrişa Berlînê Anîs Amrî li bajarê Mîlanoya Îtalyayê ji aliyê polêsan hate kuştin.

    Gumanbarê tûnûsî Anîs Amrî ku bi TIRê êrişî bazara Nolê ya li Berlînê kiribû û di encamê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 48 kes jî birîndar bûbûn, li bajarê Mîlano ya Îtalyayê hate kuştin.

    Çavkaniyek ji ewlekariyê di axaftina xwe ya Reutersê de amaje kir ku, derbarê kuştina Amir de Wezareta Karên Navxweyî dê daxuyaniyekê bide.

    ÎTALYA PIŞTRAST KIR

    Wezîrê Karên Navxweyî ya Îtalyayê Marco Minitti bi rêya civîneke çapemeniyê kuştina gumanbarê êrişa Berlînê Amrî piştrast kir.

    ‘EW LI EWRÛPAYÊ KESÊ HERÎ ZÊDE DIHATE LÊGERÎN BÛ'

    Minitti, spasiya polês Christian Movio yê ku Amrî kuşt kir û wiha pê de çû: ‘Ew li Ewrûpayê zilamê herî zêde dihate lêgerîn bû. Me nasnameya wî eşkere kir û wî kuşt.'

    Kovara Panaroma, daxuyand ku Amrî destê sibehê hate kuştin û polêsan li herêma ku ew hate kuştin bergiriyên ewşehiyê standin.

    Çavkaniyek di axaftina xwe ya Reutersê amaje kir ku Amrî di dema kontrola ewlehiyê ya polêsan de hate zeftkirin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Gumanbarê Berlînê Amrî xwestiye bibe ‘Xwekuj'
    Şûna tiliyên gumanbarê êrişa Berlînê hate dîtin
    Polîsên Alman ji ber gumanbarê êrîşa Berlînê navendeke kirîn û firotinê dorpêç kir
    Etîketan:
    bazara noelê, şer, daxuyanî, êriş, Anîs Amrî, berlîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de