05:38 21 Mijdar 2017
Zindî
    Steffan De Mistura

    De Mistura: ‘Em ji navberkariya Rûsya-Tirkiyeyê bo Helebê gelek kêfxweşin'

    © AFP 2017/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 44 0 0

    Nûnerê Taybet ya Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan de Mistura ragihand ku navberkariya welatên Rûsya û Tirkiyeyê ji bo texliye û agirbesta li rojhilatê Helebê ya Sûriyeyê gelek kêfxweşin.

    Li bajarê Cenevreyê ya Swîsreyê civîna Koma Xebatên Gihandina mirovî ya Koma Alîkariya Sûriyeyê hat lidarxistin.

    Mîstura piştî civînê li Ofîsa Cenevreyê ya NYî civîn li dar xist û diyar kir ku bi hezaran sivîl ji rojhilatê Helebê ji cihên di bin kontrola muxalîfan derbas bûn û çûnê Îdlîbê.

    ‘KAREK MEZIN PÊK ANÎTIN'

    De Mistura destnîşan kir ku îro texliye kirina sivîlan gelek mihume, saziyên sivîl ên tirk li rojhilatê Helebê bo texliye kirina sivîlan gelek karek mezin pêk anîtin. Mîstura bibîr xist ku Rûsya-Tirkiye li ser rewşa Helebê hevdîtinin gelek dirêj pêk anîtin. Ji hevkariya her du welatan bo texliye kirina sivîlan gelek kêfxweşin.

    '35 HEZAR SIVÎL DERKETIN'

    Berdevkê taybet yê De Mîstura, Jan Egeland eşkere kir ku heta îro sibê nêzî 35 hezar sivîl ji rojhilatê Helebê hatine texliyekirin, dibe ev hejmar heta 40 hezarî jî derketibe.

    Bi heman mijarî:

    Piştî ku Heleb ji cîhadîstan hat stendin, sivîlan dest pê kir biçin cihên ewle
    Heleb di bin kontrola Artêşa Sûriyeyê de ye
    Esad: Heleb dê boçûna tevahiya şerê Sûriyeyê biguherîne
    Terorîstan Heleb bombebaran kirin û zarok jî di nav de 12 kes mirin
    Heleb heya dawiya salê wê were rizgarkirin?
    Etîketan:
    muxalîf, navberkarî, texliye, sivîl, Staffan de Mistura, Cenevre, Swîsre
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de