14:04 24 Mijdar 2017
Zindî
    êrîşa bi qemyonê li Berlînê

    Gumanbarê Berlînê Amrî xwestiye bibe ‘Xwekuj'

    © REUTERS/ Fabrizio Bensch
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Polêsên Almanî ragihandin ku gumandarê tûnûsî Anîs Amrî ku bi TIRê êrişî bazara Nolê ya li Berlînê kiribû û di encamê de jî 12 kes miribûn, 49 kes jî birîndar bibû, di telefonê de ji endamên rêxistina radîkal xwestiye bibe ‘Xwekuj'

    Çavkaniyên ewlekariyê ku ji Kovara Der Spiegelê re axivîn û diyarkirin ku gumanbarê êrişa ku li bajarê Berlînê ya Almanyayê hat lidarxistin Anîs Amrî tespit kirine ku bi endamên rêxistinên radîkal re ketiye têkiliyê. Amrî di hevdîtinan de xwestiye bibe xwekuj. Ji aliyê din ve pirsiye ku çek ji ku bibine.

    ​Ji aliyê din ve polêsên almanî destnîşan kirin ku qeydên telefonê tên zanîn û ev axaftin ji bo desteser kirine têrê nakin.
    Herwiha kovarê nivîsand ku Amrî sala borî ji Îtalyayê derbasî Almanyayê bûye û bo statûya koçberiyê bistîne xwe wek misrî daye nişandan. Rayedaran jî ferqkirine ku Amrî hindik bi zimanê misrî dizane û daxwaza wî yê koçberiyê nayê qebûlkirin.

    Bi heman mijarî:

    Polîsên Berlînê îcar jî li Tûnisiyekî digerin
    Êrîşa Berlînê DAIŞê li xwe girt
    Li Almanyayê "Dîwarê Berlînê" ya nû tê çêkirin
    Almanya: Niha ne dema berfirehkirina muzakereyên bi Tirkiyeyê re ye
    Almanya nota da Tirkiyeyê
    Etîketan:
    statû, êrişkar, Kovara Der Spiegelê, Anîs Amrî, Berlîn, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de