02:09 21 Hezîran 2018
Ala Amerîkayê

Amerîka, îdiayên Tirkiyeyê ‘komîk' dît

© Foto : East News/ UPI Photo / eyevine
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA) John Kirby, derbarê axaftina telefonê ya Wezîrê Karên Derve yê DYAyê John Kerry û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu, daxuyaniyek da.

Kirby di civîna rojane ya çapemniyê de derbarê axaftina Kerry û Çavuşoglu de hin daxuyanî da û got wan endîşeya xwe ya derbarê îdiayên ku ‘Destê DYAyê di kuştina Balyozê Rûsyayê Karlov heye' anine ziman.

Kirby di dirêjiya axaftina xwe de wiha got: ‘Kerry, di dema axaftina xwe ya bi Çavuşoglu re endîşeyên xwe yên derbarê îdiayên ku ji ber ‘hebûna Gulen ya li Amerîkayê' destê  Amerîka jî di suîkastê de heye anî ziman. Ev îdiayeke komik e. Derbarê rastiya vê yekê de ti agahî nîn e. Kerry di axaftina xwe ya îro de vê yekê eşkere kir.'

Bi heman mijarî:

Lavrov û Kerry li ser Helebê peyivîn
‘CIA û Kerry, lêborîn ji Tirkiye xwestin'
Kerry: Nikarim îdiayên mudaxeleya Pûtîn li ser hilbijartinên Amerîkayê piştrast bikim
Çavuşoglu bi Kerry re li ser Helebê axivî
Kerry ji dijberan re: Gava pêşî biavêjin
Etîketan:
gulen, bêbextî, endîşe, hincet, daxuyanî, john kerry, mevlut çavusoglu, amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de