15:02 12 Kanûn 2017
Zindî
    Berlin'de Noel pazarına dalan kamyonun bulunduğu bölgede inceleme yapan itfaiye ve polis ekipleri

    Polîsên Berlînê îcar jî li Tûnisiyekî digerin

    © REUTERS/ Fabrizio Bensch
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Çapemeniya Almanyayê daxuyand ku wek kiryarê êrîşa TIRê ya ku li Berlînê qewimî û di encamê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan, li welatiyekî Tûnisî yê 24 salî yê ku nasnameya wî li cihê bûyerê hat dîtin, tê gerîn.

    Der Spiegel diyar kir ku nasnameya ku li binê paldanka ajokarê TIRê hat dîtin, rewşa lêpirsînê guherand. Li gorî vê yekê polîsên Berlînê ji bo kesekî bi navê Anis A. yê 24 salî yê ku li bajarê Tatavin ê Tûnisê hatiye dinyayê, biryara lêgerînê derxistiye. Her wiha hat ragihand ku nasnameya hatiye dîtin dibe ku sixte be.

    Ji aliyê polîsên Almanyayê ve hat daxuyandin ku di saetên sere sibehê de gumanbarekî din hatiye desteserkirin.

    Di çarçoveya lêpirsînê de gumanbarekî din ê ku hatibû desteserkirin penaberekî Pakistanî bû. Penaberê 23 salî yê Pakistanî duh ji ber nebûna delîlan serbest hatibû berdan.

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê Alman: Dibe ku êrîşkarê Berlînê firarî be
    Êrîşa Berlînê DAIŞê li xwe girt
    Gumanbarê êrîşa Berlînê hat berdan
    Almanyayê ji bo êrîşa Berlînê: ‘Êrîşa terorê ye’
    Etîketan:
    polîsên Alman, gumanbar, Tûnis, Berlin, Pakistan, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de