07:43 23 Hezîran 2018
YE (Yekîtiya Ewropayê) - Tirkiye

Ji YEyê gav avêtina Yekîtiya Gumrikê

© REUTERS / Murad Sezer/File Photo
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku Yekîtiya Ewropayê ji bo berfirehkirina çarçoveya peymana Yekîtiya Gumrikê amadehiya gav avêtinê dike. Biryarên gav avêtinê îro wê bi daxuyaniyeke çapemenî werin eşkerekirin.

Hat ragihandin ku Yekîtiya Ewropayê ji bo berfirehkirina çarçoveya peymana Yekîtiya Gumrikê amadehiya gav avêtinê dike. Biryarên gav avêtinê îro ji terefê Cîgirê Serokê Komîsyona Ewropayê Frans Timmermans ve wê bi daxuyaniyeke çapemenî were eşkerekirin.

Komîsyona Ewropayê ji bo mijara berfirehkirina peymana Yekîtiya Gumrikê bi Tirkiyeyê re bi awayê fermî destûr stand. Welatên endamê Yekîtiya Ewropayê ji bo berfirehkirina çarçoveya peymana gumrikê destûra muzakereyan dewrî Komîsyona Ewropayê kir.

Li gorî nûçeya NTVyê, Cîgirê Serokê Komîsyona Ewropayê Frans Timmermans wê hurgiliyên peymana nû ya Yekîtiya Gumrikê bi daxuyaniyeke çapemenî eşkere bike. Bi guherîna ku were kirin bêyî astengiya gumrik a Yekîtiya Ewropayê wê bikaribin berhemên çandinî, şîr û pîşesaziyê îxrac bikin.

Wê hemû berhemên çandinî bikaribin îxracî bazara Yekîtiya Ewropayê bikin. Herwiha Tirkiye wê bikaribe têkeve îhaleyên gelemperî yên Yekîtiya Ewropayê û welatên endamê YEyê jî wê bikaribin hecma veberhênana xwe ya li Tirkiyeyê zêde bikin.

Bi heman mijarî:

YEyê mueyideyên li ser Rûsyayê bi fermî dirêj kir
Ji YEyê bo welatên Ukraynayê û Gurcîstanê serbestiya vîzeyê
Şanda Herêma Kurdistanê beşdarî konferansa YEyê ya koçberan dibe
YEyê toleyên li ser Rûsyayê 6 mehan dirêj kir
YEyê astengiyên vîzeyê yên Ûkrayna û Gurcistanê rakirin
Şêwirmendê Serokomar: "Tirkiye nikare terka YEyê bike"
Etîketan:
Nûjenkirina Peymana Yekîtiya Gumrikê, Cîgirê Serokê Komîsyona Ewropayê, Frans Timmermans, Tirkiye, Ewropa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de