18:42 21 Hezîran 2018
Teqîna Meksîkayê

Li Meksîkayê facîaya fîşekên hewayî: 29 mirî û 60 birîndar

© Foto : Twitter
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Li bazareke bajarê Tulpetec a Meksîkayê di encama teqîna fîşekên hewayî de 29 kesî jiyana xwe ji dest da û 60 kes jî birîndar bûn. Piştî bûyerê dumana teqînê li hemû bajêr belav bû û facîa anî pêş çavan.

Li bazareke bajarê Tulpetec a Meksîkayê di encama teqîna fîşekên hewayî de 29 kesî jiyana xwe ji dest da û 60 kes jî birîndar bûn. Piştî bûyerê dumana teqînê li hemû bajêr belav bû û facîa anî pêş çavan.

Bûyera teqîna fîşekên hewayî li bazareke bajarê Tulpetec a nêzî paytextê Mexico City pêk hat. Teqîn li bajarê Tulpetec di bazara fîşekên hewayî ku ji bo Noel û sersalê hatibû vekirin çêbû. Di teqînê de herî kêm 29 kesî jiyana xwe ji dest da û 60 kes jî birîndar bû.

​Hat ragihandin ku piştî facîaya teqînê tê pêşbînîkirin ku hejmara miriyan zêde bibe.

Serokê Dewleta Meksîkayê Enrique Pena Nieto li ser medya civakî ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dabû peyamek weşand sersaxî li malbatên kuştiyan kir û ji bo birîndaran jî daxwaza şifaya xêrê kir.

 

 

Bi heman mijarî:

Trumpî, dîwarê navbera Meksîka û Amerîkayê li cihê wî parast
Di navbera DYA û Meksîkayê de tunel hate dîtin
Li Meksîkayê çeteyan helîkopter xistin: 4 polês mirin
Li Meksîkayê bahoz: 40 kesî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê di platforma petrolê de teqîn: 3 mirî û 136 birîndar
Etîketan:
Li Meksîkayê teqîna fîşekên hewayî, Serokê Dewleta Meksîkayê, Enrique Pena Nieto, Tulpetec, Meksîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de