00:00 23 Sibat 2018
Zindî
    Êrîşa Berlînê li ser bazara Noelê

    Qemyonek ket nav bazara Noelê: 9 mirî 50 birîndar

    © AP Photo/ AP
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li paytexta Almanyayê Berlînê qemyonek ket nav bazara Noelê û kesên li bazarê cûtin. Di vê êrîşê de kuştî û birîndar hene. Hejmara kuştî û birîndaran zêde dibe.

    Li paytexta Almanyayê Berlînê qemyoneke barhilgir ket nav bazareke qelebalix a Noelê û gelek mirov di bin xwe de cûtin.

    Medya Almanî radigihîne ku kuştî û birîndar hene. Li gor zanyarîyên dawî hejmara miriyan gihîştiye 9 kesan.

    Îşev qemyoneke barhilgir (TIR) li Berlînê xwe li nav qelebalixa bazara Noelê ya li ser kolana Kurfürstendamm xist gelek mirov di bin xwe de cûtin.

    POLÎSÊ BERLÎNÊ: ÊRÎŞA TERORÊ YE

    Polîsê Berlînê li ser bûyerê ragihand ku 9 kesan can daye û 50 kes jî birîndar bûne.
    Li gor daxuyaniyên polîsan êrîşeke terorê ye û hemû daneyên cihê bûyerê vê yekê piştrast dikin.

    AJOKEREK HAT KUŞTIN, YEK JÎ HAT DESTESERKIRIN

    Li gor medya Alman ajokarekî qemyonê hatiye destserkirin, yek jî di pevçûna polîsan de hat kuştin.

    Etîketan:
    êrîş, Berlîn, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de