18:59 25 Hezîran 2018
FARC

Ji FARCê ji bo pêvajoya siyasî gaveke girîng

© REUTERS / John Vizcaino
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Piştî peymana di navbera Hêzên Çekdar ên Şoreşgerên Kolombiyayê (FARC) û hikumeta Kolombiyayê de ji bo damezirandina partiyeke siyasî ya FARCê gaveke girîng hat avêtin. 6 endamên bêçek ên rêxistinê di binbaskê Kongreyê de mafê nûnertiyê bidest xistin.

Rêxistinê ev geşedan wek ‘dîrokî' binav kir û 6 endamên FARCê yên bêçek bûn endamê komisyona hilbijartinê ya Kolombiyayê. 6 endamên ‘Dengê Aşitî û Lihevkirinê' ji îro pê de wê heta sala 2018a di binbaskê Kongreyê de cih bigirin.

Her 6 endam wê ne xwediyê mafê dengan be lê di dema sepandina peymana aşitiyê de wê nûnertiya FARCê bikin û wê pêkanîna şert û mercên peymanên bişopînin.

Piştî sepandina peymana aşitiyê û rakirina FARCê wê rêxistin wê partiyeke siyasî damezirinîne.

Tê payîn ku FARC beşdarî hilbijartinên giştî yên sala 2018a bibe.

Bi heman mijarî:

Di navbera FARC û hikûmeta Kolombiyayê de peymaneke nû hat îmzekirin
FARC: Ti giringiya referandûmê nîne
Kolombiya û FARC ji lîsteya namzetî ya Xelata Aştî ya Nobelê hatin derxistin
Hikumeta Kolombiya û FARC ber bi aştiyê ve diçin
FARC bertek da êrişên Artêşa Tirk yên li ser Rojava
Etîketan:
avêtin, gaveke girîng, pêvajoya siyasî, Hêzên Çekdar ên Şoreşgerên Kolombiyayê (FARC), Kolombiya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de