11:34 22 Sibat 2018
Zindî
    PKK-Murat Karayilan - KCK

    Karayilan: 'Tiştek bi serê Ocalan de bê, emê ‘Tabûra Nemiran' bixin dewrê'

    © AP Photo/ YAHYA AHMED
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 30

    Endamê Komîteya Birêvebirinê yê PKKê Murat Karayilan li hemberî îhtîmala êrîşek li dijî Lîderê PKKê Abdullah Ocalan de axivî û got: ‘Heger îhtîmalek wisa hebe em ê ‘Tabûra Nemiran' bixin dewrê. Konsepta vê tabûrê dê ew be ku hemû kes û lîderên di nav qerara tunekirina Rêber Apo de cih girtine ji holê rake'

    Abdullah Ocalan
    © AP Photo/ Abdurrahman Antakyali
    Endamê Rêveberiya PKKê Murat Karayılan, derbarê îhtîmalên êrîşek yê li dijî Abdullah Ocalan de beyanek da ANFê. Karayilan got: "Êrîşek li hemberî Rêber Apo dê hemû Tirkiyeyê ber bi felaketekî ve bibe. Heger îhtîmalek bi vî rengî çê bibe, emê ‘Tabûra Nemiran' bixin dewrê." Karayilan di beyana xwe de got: "Tabûra Nemiran' wek hucreyên razayî ne, lê her di dewrê de ne. Di rastiyê de ew hêzên gelek perwerdekirî ne û em dikarin bo wan bejin ‘fedaiyên fedaiyan'e. Mîsyona wan ji navêrakirina hemû lîder û siyasiyan e.'

    Birêvebirê KCKê Zûbeyîr Aydarê ku rojên borî di konferansek ya li ser kurdan li Parlementoya Ewropayê axaftinek kiribû û wî di axaftina xwe de îdîa kiribû ku AKP û MHP bi hev re li dijî hebûna Abdullah Ocalan projeyek ya îmhakirinê amade dikin. Heta gotibû di destên wan de hin agahî hene ku vê îdîayê erê dike. Karayilan pirsen derheqê vê mijarê de ji ANF re nirxand û got: "Ev ji bo me mijareke gelek giring e. Hin agahiyên bi vî rengî hatin berdestê me jî. Li gel AKP û MHPê hin kurdên ku xiyanet bi me kirine jî li ser tunekirina Ocalan dixebitin."

    Karayilan got: "Bila ti kes nebêje ku ‘nikarin bikin'. Bifikirin lîderek ku li meydanê dipeyive ji çar alî ve fedaîyên me êrîş bibin ser wan ma gelo nikarin encamekê jê bigirin."

    Bi heman mijarî:

    PKK: Hesabê DYAyê lawazbûna PKKê û AKPê bû
    PKK: AKP Û MHP nikarin Tirkiyê ji parçebûnê xelas bikin
    PKK li Colemêrgê êrîşî baregeha leşkerî kir
    'PKK dixwaze Şingalê bike Qendîl'
    PKK rexne kir, lê ji ber propagandeya PKKê hate girtin
    Li Êlihê PKK êrişî avahiya polêsan kir
    Erdogan: De bila PKK û PYD were we rizgar bike
    Etîketan:
    'Tabûra Nemiran', MHP, AKP, ANF, PKK, Abdulah Ocalan, Zubeyir Aydar, Murat Karayilan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de