02:13 26 Sibat 2018
Zindî
    Netewên Yekbûyî (NY)

    Desteya Ewlekariyê ya NYyê pêşnûmeya Helebê qebûl kir

    © Sputnik/ Dmitriy Astahov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Desteya Ewlekariyê ya NYyê pêşnûmeya ku çavlirêye şopandina şopînêrên navdewletî ji bo tehliyeyên li Helebê bike, bi yekdengî qebûl kir.

    Rûsya jî di nav de 15 welatên endam ên di DENYyê de piştgiriya pêşnûmeyê kirin.

    Pêşnûmeya 2328ê, pêşbînî li wî tiştî dike ku şopandina çavdêrên navdewletî û demildest pêşkêşiya alîkariya mirovî ji bo sivîlên Helebê çêbibe.

    Li ser pêşnûmeya ku projeyên beriya niha ji hêla Rûsya û Fransayê pêşkêş kiribû ji xwe re esas digire, duh di DENYê de zêdetirî 3 saetan hevdîtinek pêk hatibû û di encamê de lihevkirinek çêbibû.Dokuman wê wezîfeyê dide Sekreterê Giştî yê NYyê ku him ji bo çavdêrên NYyê û him jî ji bo yên saziyên din karibin karên çavdêriyê di nava ewlekarî û rêkûpêkî de pêk bînin atmosfere amade bikin û ji bo pêkanîna di nava 5 rojan de raporê pêşkêşî DENYê ye bike.

    Di biryarê de ji hemû aliyan tê xwestin ku ji bo çavdêran di ketina hemû herêman de destûra bêasteng bidin û tehliye û xala çûnê di çarçoveya dilxwaziyê de be û parastina hemû sivîlên ku çûne yan jî yên biryara manê dane bê standin.

    Bi heman mijarî:

    Çavuşoglu: Li rojhilatê Helebê nêzîkî 20 hezar kes hatin tehliyekirin
    Ji Helebê duh bi şev nêzîkî 400 milîtan û malbatên wan hatin tehliyekirin
    Erdogan bi Pûtîn re li ser Helebê axivî
    Endazyarên rûs hîn mayinan li Helebê paqij dikin
    Otobusên tahliyekirinê ketin rojhilatê Helebê
    Etîketan:
    şopandin, sivîl, Desteya Ewlekarî ya Neteweyên Yekgirtî (DENY), Rûsya, Fransa, Sûriye, Heleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de