00:45 24 Hezîran 2018
Ala Rûsya û Yekîtiya Ewropayê

YEyê mueyideyên li ser Rûsyayê bi fermî dirêj kir

© Sputnik / Vladimir Sergeev
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

YEyê ji ber krîza Ûkraynayê mueyideyên li ser Rûsyayê heta 31ê Tîrmeha 2017an bi fermî dirêj kir.

Li gorî daxuyaniya ku ji Desteya Yekîtiya Ewropayê hatiye dayin wiha hate gotin: "Desteyê di 19ê Berfanbara 2016an de dema mueyideyên aborî yên hin sektorên aboriya Rûsyayê dikin hedef dirêj kir."

Di 15ê Berfanbarê de li paytexta Belçîka Brukselê Lûtkeya Serokên YEyê hatibû li darxistin û welatên endamên Yekîtiyê ne biryar girtibûn ku li hemberî Rûsyayê dema mueyideyan dirêj bikin.

YE berpirsiyarê krîza Ûkraynayê û girêdana Qirimê ya bi Rûsyayê rêvebiriya Moskowê dibîne û di 1ê Tebaxa 2014an de bi fermî biryara mueyideyan xistibû meriyete. YEyê di salên derbasbûyî de dema mueyideyan dirêj kiribû û polîtîkaya xwe berdewam kiribû. Moskow jî tohmetên YEyê qebûl nake.

Bi heman mijarî:

'Koşka Spî pêşnûmeya mueyideyên li hemberî Sûriyeyê asteng kir'
Balûken: Tirkiye dibe ku bi mueyideyên navdewletî re rûbirû bimîne
Amerîka lîsteya mueyideyên li ser Rûsyayê berfireh kir
YEyê bi awayekî fermî mueyideyên Rûsyayê dirêj kirin
YEye mueyideyên Kirimê saleke din dirêj kirin
Fransayê mueyideyên xwe li ser Rûsyayê sivik kirin
Etîketan:
mueyide, Lûtkeya Serokên YEyê, YE, Moskow, Belçîka, Bruksel, Ûkrayna, Qirim, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de