07:14 24 Gulan 2018
    Joanna Palani

    Danîmarka, amadehiya cezakirina welatiya xwe ku li hemberî DAIŞê şer kir dike

    © Foto: Youtube/ InformOverload
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 01

    Joanna Palanî ku bi eslê xwe kurd e û hemwelatiyê Danîmarkayê ye, ji bo ku qanûna şervanên biyanî îhlal kir û li Iraq û Sûriyeyê li hemberî rêxistina terorîst a DAIŞê şer kir, bi cezayê girtîgehê re rû bi rû ma.

    Joanna Palanî ku bi eslê xwe kurd e û hemwelatiyê Danîmarkayê ye, ji bo ku qanûna şervanên biyanî îhlal kir û li Iraq û Sûriyeyê li hemberî rêxistina terorîst a DAIŞê şer kir, bi cezayê girtîgehê re rû bi rû ma. Rêxistina Terorîst a DAIŞê jî ji bo kuştina Palanî dayîna milyonek dolar xelat ragihandibû.

    Palanî keça malbateke iraqî ku li kampa penaber a Rumadiyê hatibû dine û 20 sal berê bi malbata xwe re koçî Danîmarkayê kiribû û niha li Danîmarkayê bû rojeva herî girîng a welêt. Lewra Palanî di sala 2014an de piştî ku li Iraqê tevlî şerê dijî DAIŞê bû û vegeriya welatê xwe salekê cezayê neseyehet kirine stand û ji bo îhlalkirina seyehetê dibe Palanî 6 meh cezayê girtîgehê bistîne.

    EM YEKEMÎN WELAT IN KU KESEKÎ DI NAVA KOALÎSYONÊ DE LI HEMBERÎ DAIŞÊ ŞER KIRIBE EM CEZA BIKIN

    Parêzerê Palanî Erbil Kaya di axaftina xwe de got: "Milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê dema vedigerin Danîmarkayê wan dişînin rehabîlîtasyonê, lê di derheqê muwekila min de lêpirsîn hat vekirin û ev dubendî ye. Ev şermeke mezin e. Em yekemîn welat in ku kesekî di nava koalîsyona navneteweyî de li hemberî terorîstan şer kiribe û paşî hatibe cezakirin. Cezakirina Palanî durûtî ye. Li şûna kesên ku li kêleka Danîmarkayê şer dikin em çima milîtanên DAIŞê ceza nakin? Tu eleqeya vê bi mantiq re tuneye."

    Bi heman mijarî:

    YPGê nasnameya du şervanên xwe yên biyanî aşkere kir
    Patenvana rûsî bû ‘Şervana Hîvê' û dilê japonan dizî
    Nasnameya şervana YPJê hat eşkerekirin
    Nasnameya şervana YPJê hat eşkerekirin
    TAYBET - Nehiştin şervana kurd vegere Kurdistanê
    Etîketan:
    Welatiya danîmarkî ku li dijî DAIŞê şer kir, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Joanna Palanî, Sûriye, Iraq, Danîmarka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de